Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
- 19:46 18 Kanûn 2024
- Rojane
ÎZMÎR - Hunermenda Kurd Eyşa Şan, di 28’emîn salvegera wê de li ser gora wê hat bibîranîn.
Eyşe Şan di 28’emîn salvegera mirina wê de li ser gora wê ya li goristana Buca Kaynaklar hat bibîranîn.Rêveberên Komeleya Piştevaniya Alîkariya Malbatên Kesên Xizmên Xwe Windakirin ya Anatolyê(ANYAKAY-DER) û Jîn Art Mala Hunerê tevli bûn.
Rêvebera Jîn Art Mala Hunerê Belkisa Suleymanoglu gor ew di 28’emîn salvegera Eyşe Şanê de wê bibîr tînin û got mîrateyek mezin ji gelê Kurd re hiştiye. Belkîsa Suleymanoglu dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew wê bi rêzdarî bibîr tînin.