Ji meşvanên azadiyê civîna gel

  • 21:33 18 Kanûn 2024
  • Rojane
DÎLOK - Meşvanên ‘Azadî û Çareseriya Demokratîk’ li Dîlokê civîna gel pêk anîn û balkişandin ser rêxistinbûn û tecrîda li Îmraliyê.
 
Li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şahînbeylî ji aliyê ‘Meşvanên Azadî û Çareseriya Demokratîk’ ve civîna gel pêk hat. Rêveberê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl  û gelek welatî te bûn. 
 
Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Emîn Ay axivî û balkişand ser banga lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji bo çareseriyê û da zanîn ku divê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad be û rola xwe ya di çareseriyê de bilîze.
Parlamenterên DEM Partiyê Yilmaz Hun jî axivî û balkişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxuyakirin ku divê li dijî êrîşan û tecrîdê rêxistinbûn pêk bê.
 
Piştre welatiyan mafê axaftinê girtin û piştgiriya ji bo meşvanan anîn ziman.
 
Hre wiha li navçeya Şehîtkamîl jî civîneke gel a girseyî pêk hat. Parlamentera DEM Partî ya Muşê Summeye Boz di civînê de axivî û got wê teqez bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê.