
Kevirên qedîm ên Sûrê carek din guhdariya daxwazan kirin
- 09:10 28 Sibat 2025
- Rojane
Leyla Ayaz
NAVENDA NÛÇEYAN - Qada Şêx Seîd a Amedê ango Deriyê Çiyê… Qada ku ji qirkirin, darvekirin û tunekirina kurdan re şahidî kir, duh jî li vir şahîdiya dîrokek nû ya ku bi bedelên giranbuha hatî nivîsandin kir. Kevirên qedîm ên Sûrê, guhdariya daxwazên gelên qedîm en li ser vê erdnegariyê dijîn kirin.
Ew çend meh in kelecan û fikar li dora herkesî digeriya. Her kesekî pirseke wê hebû. Di mejiyê her kesî de cih girtibû ku dê ev pêvajo veguhere şekleke çawa. Peyama ku duh hat dayîn bû bersiva gelek pirsan li gel fikaran.
Piştî helwest û gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, pêvajo hat heta vê merhelê yê. Ji vê rojê ve heta niha derbarê geşedanên pêk hatî de gelek nirxandin û şîrove hatin kirin. Gelek pirs di nav mejiyên her kesî de çûn û hatin. Gelo Devlet Bahçelî çima helwesteke wisa nîşanda? Li pêy çî ne? Çi tê daxwazkirin? Dê çi bibe? Ligel gotinên bi vî rengî çima dewlet helwesta xwe ya li hemberî kurdan neguherîne? Êriş, binçavkirin, girtin û tayînkirina qeyûman didome, çima? Gelo bawerî bi dewletê tê an na..?
Em behsa geşedanên siyasî û hevdîtinên ku çend meh in didomin datînin aliyekî, hinek saeta xwe paşve bibin û diçin saetên serê sibê ya duh…
Çûyîna Şandeya İmraliyê ji bo her kesî kêliyeke dîrokî bû. Bi milyonan kes şahidiya vê yekê kir. Li her derê kelecan derket lûtkeya herî jor. Bi taybetî jî li Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava, Tirkiye û Ewropayê. Li her qadê dil bû yek û bi hev re lêda.
Coş û kelecan hêj beriya duh dest pê kiribû. Ev kelecan êdi nedihate rawestandin. Ne dil xwedî li mejû derdiket, ne jî meji xwedî li kelecanê derdiket. Ev hest ji bo her kesî derbasdar bû…
Piştî ku qada kombûnê ya Amedê hat eşkerekirin, qad ji bo gelê berxwedêr hate amadekirin. Ligel amadekeriyan, ji bajarên derdorê û navçeyan welatî berê xwe dan Qada Şêx Seîd a Amedê ango Deriyê Çiyê… Qada ku ji qirkirin, darvekirin û tunekirina kurdan re şahidî kir, duh jî li vir şahîdiya dîrokek nû ya ku bi bedelên giranbuha hatî nivîsandin kir. Kevirên qedîm ên Sûrê carekdin guhdariya daxwazên gelên qedîm en li ser vê erdnegariyê dijîn kir.
Çend roj beriya niha li Amedê hewayeke pir sar hebû, lê wekî di sala 2013’yan de dema peyama Abdullah Ocalan li Qada Newrozê hat xwendin ewrê reş cihê xwe ji tîrêjên rojê re hiştibû. Ev yek bala herkesî kêşandibû. Li Amedê carekdin tîrêjên rojê serdest bû. Herkesî pala xwe dabû rojê... Ji germahiya rojê sûdê digirt. Ji ber ku ev germahiya tîrêjên rojê têra hemû mirovahiyê dike…
Beriya ku peyam bê dayîn demek dirêj gel li pişt bariyerên polîsan rawestiya bûn. Kesên ku kom bi kom rûniştîbûn ketibûn nav axaftineke kûr û rewşa heyî şîrove dikirin. Pirsan ji hevdû dikirin. Hinek jî bi tena serê xwe rûniştîbûn û tenê axaftinan guhdar dikirin. Lê gelek kesên ku hatî ew qas kûr difikirîn ku êdî cixare têr nedikir û dumana cixarê bi ser wan diket.
Ev bendewarî bendewariya gelê berxwedêr bû. Pîr û kalên ku barê giran a bi salan girtî ser milê xwe hewl didan ku bi gopalên xwe li ser piyan bisekinin. Tecrûbeyên bi salan û şahidiya wan a dîrokê berê wan dabû Qada Şêx Seîd… Bi dizî hêsirên xwe paqij dikirin...
Gelek welatiyên ku ji bajarên din û navçeyên Amedê hatibûn, bi hembezkirina hevalên xwe gotinên dilê xwe parvedikirin. Hewcedarî bi rêzkirina hevokan nedianîn. Ew qada ku bibû qada awirên ku hewceyî gotinê nîne, dil kiribû yek… Tama hembêzkirina îro ya li qadê cuda bû.
Divê mirov coşa qadê jî bîne ziman. Ew yek dîsa ketibû para ciwanan. Dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” li cem strana “Berxwedan xweş doz e” olan dida. Bi dirûşmên xwe carekdin anîn ziman ku dê gerandina dîlana azadiyê bidomînin. Ev peyama ciwanan ligel strana “Em bernadin wê dîlanê” watedar dibû.
Zarokên, 2 salî 4 salî, 7 salî… Ev zarokên ku dê bibin pêşeroja civakê hêj di temenê xwe yê biçûktiyê şahidiya dîrokê kirin. Di destê wan de alên DBP û DEM Partiyê li dora dê û bavê xwe bi ciwanan re dirûşm berz kirin.
Saet bû 5 ango 17.00… qad tije bû… Li ser sehnê banga amade bin dihat kirin. Êdî dem hat… Weke her kes li cihê xwe qerîmî, bi baldariyeke mezin û bênefes li sehnê dinêriyan.
Peyama dîrokî bi kurdî û tirkî hat dayîn…
Ev peyama ku hat dayîn têkoşîna azadiya kurd a ku bi bedelen giran hat dayîn, anî merheleyek din. Ligel fikaran jî banga ku hat kirin ji bo gelan bû hêvî. Çend zehmet be jî niha dem dema afirandina aştiya civakî û civakek demokratîk e...