Meclîsa Jinan a DEM Partiyê hevdîtin bi CHP û DEVA'yê re kir

  • 14:12 12 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdana Baskê Jinan ên partiyên CHP û DEVA'yê kir.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi Baskê Jinan ên partiyên siyasî re hevdîtin dabû destpêkirin. 
 
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di vê çarçoveyê de çû serdana Baskê Jinan a CHP, Hevdîtin li Navenda Giştî ya CHP’ê hat lidarxistin. Di şandeya DEM Partiyê de Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû, Parlamentera Stenbolê Ozgul Sakî, endama Koordînasyona Jinan û Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Canan Çalagan cih girtin. Şande, ji hêla Seroka Baskê Jinan a CHP’ê Asu Kaya, Parlamentera CHP’ê ya Antalyayê Aliye Coşar û Cîgira Seroka Giştî ya Baskê Jinan Armagan Akyuz ve hate pêşwazîkirin.
 
Halîde Turkoglû hûrgiliyên hevdîtinê vegot û got ku Baskê Jinan a CHP’ê pêvajoyê erênî dinirxîne. Halîde Turkoglû, da zanîn ku wan ji Baskê Jinan a CHP’ê re destnîşan kirine ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokrasiyê ye.
 
Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku Baskê Jinan a CHP’ê jî aniye ziman ku divê îktîdar ji bo pêvajoya nû gavan biavêje û pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin.
 
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê piştre serdana rêxistiniya jinan a Partiya Demokrasî û Pêngavê (DEVA) kir. Hevdîtin li Navenda Giştî ya Partiya DEVA'yê pêk hat.
 
Piştî hevdîtina ku nêzî saetekê dewam kir, daxuyanî nehate dayin.