Li Ebexê mirina bi guman a jinekê

  • 22:34 24 Adar 2025
  • Rojane
WAN - Li navçeya Ebex a Wanê,jina bi navê Siyaset Alpgun li xaniyekî vala bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Ebex a Wanê li gundê Salîhane jina bi navê Siyaset Alpgun li xaniyekî vala mirî hat dîtin. Kesên cenae dîtin agahî dan ekîbên cenderme û tenduristiyê. Piştî lêkolînan cenaze rakirin morgê.
 
Der barê mirina biguman de lêpirsîn hat destpêkirin.