Ji bo meşa Amarayê bang: Wê ciwan ber bi rojê ve bimeşin

  • 10:10 28 Adar 2025
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan 
 
AMED - Têkildarî meşa ku 1-4'ê Nîsanê li Amarayê bê lidarxistin, endama Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê Sûltan Yorulmaz banga tevlîbûna meşê li ciwanan kir û got, "Ciwan wê ber bi azadî û rojê ve bimeşin."
 
Têkildarî meşa ku 1-4'ê Nîsanê li Amarayê tê lidarxistin, endama Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê Sultan Yorulmaz banga tevlîbûna meşê li ciwanan kir û got, "Ciwan wê ber bi azadî û rojê ve bimeşin."
 
Meclisa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) wê di navbera 1-4'ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Navçeya Amarayê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê ve bi dirûşma "Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" bimeşin. Meclîsa Ciwanan xebatên xwe yên li ser meşê didomîne, endama Meclîsa Ciwanan Sultan Yorulmaz têkildarî naveroka meşê agahî da.
 
'Hemû cîhan bû şahidê hembêzkirina bangê'
 
Sultan Yorulmaz, diyar kir ku her tişt bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de destpê kir û got, "Di nava gel de moral, coş, moral û hêviyeke mezin hebû. Hêviyeke mezin ji Girava Îmraliyê dihat. Ji bo hemû gelên ku di bin desthilatdariya kolonyalîzmê de bûn, bû hêviyek. Ji bo hemû gelên ku di bin desthilatdariya kolonyalîzmê de bûn, bû hêviyek. Li kolanan, li malan, li taxan, li gund û metropolan piştî bangawaziyê heta îro daketin qadan. Her wiha jinên ku daketin qadan dengê xwe bilind kirin. Vê bangê moralek mezin da me ciwanan. Bi vê hembêzkirinê re agirê Newrozê hema bêje ji gundan heta bajarên mezin herikî qadên Newrozê û bi ruhê Rahşan û Mazlûm Dogan agirê Newrozê geş bû."
 
'Em ê bi serketinê tacîdar bikin'
 
Sultan Yorulmaz, anî ziman ku ji sala 2009'an û vir ve meşeke bi vî rengî ya ji bo Amarayê bi pêşengiya jinên ciwan pêk nehatiye û got, ciwanên ku ji bo azadiyê dimeşin hê jî gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî biqedînin" tînin ziman. Sultan Yorulmaz got, "Tevî ku di nava ciwanan de xwedîderketineke wiha heye, girtina biryara meşê ne gelekî zehmet bû. Wê ciwan ber bi azadiyê ve, ber bi rojê ve bimeşin. Wê ciwan bi dirûşmeyên xwe ber bi azadiyê ve bimeşin. Me biryar da ku bi dirûşme, hêvî û coşeke wiha bimeşin. Rol û mîsyona jinên ciwan ên di vê pêvajoyê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Bi awayekî cidî di pêvajoyeke gelekî hesas de ne ku em ê xwe ji pêvajoyên berê berpirsyartir bibînin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd coş û moralê gel gelekî bilind bû û li berpirsiyariya me ye ku em vê bi meşekê tacîdar bikin."
 
Ji bo Amarayê bang 
 
Sultan Yorulmaz bal kişand ser wê yekê ku jinên ciwan bi tilîlî, berxwedan û hêviyên Newroza 2025'an li dora agir hatin cem hev û diyar kir ku ew ê bi ruhê Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan ên di sala 2009'an de li Amarayê hatin qetilkirin, bimeşin Amarayê û got:"Di 1'ê Nîsanê de li qada Şêx Seîd a Amedê em ê bimeşin û di roja duyemîn de em ê li bajarê Amarayê bimeşin. Em dixwazin xwe di bin vê berpirsyariyê de hîs bikin, bi hêviyê ber bi Amarayê ve bimeşin û weke ku serketinê bi dest bixin. Dema em gihîştin Amarayê em dixwazin her kes bi vî ruhî, heyecan û hêviyê tev li meşê bibe."