Xizmên Windayan: Bila kiryar bên darizandin

  • 13:27 29 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û ÎHD, çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li dar xist û gotin: "em tu carî windayan ji bîr nakin û em heta kiryar bên darizandin li ber xwe bidin." 
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiya xwe ya vê heftê li dar xistin û li aqubeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin pirsîn û banga pêkanîna edaletê li darazê kirin. 
 
Amed 
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 842'yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parkakoşûyolû ya Amedê pêk hat. Rêveberên ÎHDê, Hevseroka DBPa Amedê Sûltan Yaray, Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bûn. Wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Atîlla Osmanoglu yê di 25ê Adara 1996an de li Amedê hat windakirin, hat pirsîn.
 
Beriya daxuyanî bê xwendin, Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz axivî.
 
Ercan Yilmaz da zanîn ku dema ku cejn tê ew nekêfxweş in û wiha got: “Em îro di erefeya Cejna Remezanê de ne. Li welatê me dema ku cejn tê mirov diçe serdanê goristanan lê em tu carî nikarin herin serdana goristanan. Daxwaza me ew e ku bila destilatdarî kujerên windayan derxe holê. Em ê tu carî windayan ji bîr nekin. Heta ku faîl bên darizandin, em ê li ber xwe bidin.”
 
Hevseroka DBP'a Amedê Sûltan Yaray jî diyar kir ku divê desthilatdar kesên ku sûc kirine derxe holê û wiha axivî: “Bi salan e gelê Kurd bi awayên hovane hatin qetilkirin. Desthilatî dizane ku winda li ku ne. Xizmên windayan dixwazin aqûbeta zarok û nasên xwe zanibin. Em behsa aştiyê bikin divê ev berpirsiyar bên darizandin. Çavê dayika Sakîne vekirî çû. Em vê tiştê naxwazin. Pêwîst e ku aqûbeta tevahiya windayan were zelalkirin. Em tevahiya windayên xwe bi bîr tînin.”
 
Piştre metna ku behsa serpêhatiya windakirina Atîlla Osmanoglû dike ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.
 
 
Serpêhatiya windakirina Atîlla Osmanoglû wiha ye:
 
“Atîlla Osmanoglu bi malbata xwe re li navçeya Hezro ya Amedê dijiya. Li Hezro ji aliyê leşkeran ve gef lê dihatin xwarin. Ji ber van gefan bi malbata xwe re di Sibatga 1992yan de koçî navenda Amedê dike. Atîlla Osmanoglu û bavê xwe dikan vekiribûn. Di 23yê Adara 1996an de du polîsên sivîl hatin dikana wan û xwestin Atîlla Osmanoglu ji bo ‘îhaleya otobanê’ li gel wan biçe. Lê Atîlla Osmanoglû bi wan re neçû û vê bûyerê i malbata xwe re vegot. Piştî du rojan di 25ê Adara 1996an de dema ku bavê Atîlla Osmanoglû, Mûhyettîn dihat dikanê dît ku 2 kesên sivîl Atîlla siwarî ‘torosa spî’ dikin. Bi îtiraza Mûhyettîn Osmanoglû kesên sivîl dibêjin em ê ji bo îhalê wî bibin. Dibe şev lê Atîlla nayê malê. Mûhyettîn Osmanoglû serî li dadgehê dide lê dadageh bersiva ku kesek bi navê Atîlla Osmanoglû nehatiye binçavkirin dide. Piştî tê windakirin tu agahî ji Atîlla Osmanoglû nayê wergirtin.”
 
Paşê endamê JÎTEMê Abdûlkadîr Aygan li xwe mikûr hat. Îtîrafkar dibêje ku Atîlla Osmanoglû ji aliyê JITEMê ve hatiye revandin, ji aliyê Cindî Acet ku nasnavê wî Koçero ye ve hatiye kuştin. Cenazeyê Atîlla Osmanoglû avet nav tangerêk petrolê.
 
Malbata Atîlla Osmanoglû serî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dide. Dadgeh di 24ê Çileya 2008an de biryara xwe dide û Tirkiyeyê sûcdar dibîne û ji bo tezmînatê mehkûm dike.”
 
Bi du daxuyaniyê re ji bo bîranîna Atîlla Osmanoglû û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.
 
Colemêrg
 
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 168’an a çalakiya xwe de, li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin ba hev. Rêveberên DEM Partiyê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin” û wêneyên windayan hatin hildan. Hat xwestin ku kujerên Bîşeng Anik bên darizandin ku sala 1992’yan li Şirnexê piştî hat binçavkirin, hate qetilkirin.
 
Êlih 
 
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 678’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan, kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin û ji xeynî parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistina civaka sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê aqûbeta Zeynel Kursep hate pirsîn ku piştî 24’ê Adara 1994’an li Êlihê hate revandin, êdî agahî jê nehate wergirtin.