Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna xizmên xwe bernadin
- 14:40 29 Adar 2025
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de peyam dan ku ew ê tu carî dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin.
Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin, çalakiya xwe ya 1044'an li dar xistin. Dayikên Şemiyê ji bo Alî Karagoz ê 32 sal berê li Cizîrê hat windakirin, li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên xizmên di dema binçavkirinê de hatin windakirin girtin destê xwe û hatin cem hev. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Biraziyê Hayrettîn Eren ê di binçavan de hat windakirin Setenay Yarici, metna daxuyaniyê xwend.
Setenay Yaricî di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Sibe cejn e, lê belê em weke xizmên windayan bi êşa kûr a ji windayan agahiyê nagirin û bi hêrsa ku negihîştina edaletê dikevin van rojên ku sembola hevdîtina malbatê, aştî û aramiyê ne. Ji bo cejnên ku aştî pêk bê demokrasî lazim e. Pêdiviya me bi rêgezên hiqûqê yên ku garantiya nirxên edalet, wekhevî û azadiyê ne."
Setenay Yarici wiha behsa serpêhatiya Alî Karagoz a ku 32 sal beriya niha li Cizîrê hat binçavkirin û dû re tu agahî jê nehat girtin kir: "Bavê 6 zarokan Alî Karagoz ê 42 salî li taxa Cûdî ya li navenda Cizîrê dijiya û debara xwe bi bazirganiya heywanan dike. Di 27'ê Kanûna 1993'yan de di saetên serê sibê de leşker û cerdevanên Kamil Atak bi ser mala wî de girtin û ew binçav kirin. Ayşe Karagoz li pey hevjînê xwe çû. Piştî demekê di rê de Şevkiye Aslan dît û Şevkiyeyê jî da zanîn ku hevserê wê Îskan Aslan jî hatiye binçavkirin. Şevkiye diyar dike ku destê Alî Karagoz û Îskan Aslan bi hev ve hatiye girêdan û birine jêrzemîna li binê mala cerdevan Kamîl Atak û Kukel Atak. Ayşe Karagoz ji bo berdana hevjînê xwe çû mala Atak, lê jê re gotin ku 'ger li hevjînê xwe bipirse wê ew jî were kuştin'.
Ayşe Karagoz piştre bi daxwaznameyê serî li dozgeriyê da û xwest hevjînê wê bê dîtin. Dema Ayşe Karagoz ji dozgeriyê pirsî ka derbarê serlêdana wê de geşedanek heye yan na, hîn bû ku serlêdana wê nehatiye girtin. Li Ayşe Karagoz lêgerîna xwe berdewam dike û her tim rastî gefan tê û tu carî agahî nagire. Cerdevanê gund Mehmet Nûrî Binzet di sala 2009'an de îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Midyadê da û diyar kir ku li taxa Cûdî yên Kamil û Kukel Atak di jêrzemînan de odeyên wekî hucreyên binçavkirinê hene û kesên anîne wir jî bi agahiya Cemal Temîzoz hatine înfazkirin.
Ayşe Karagoz, di 18'ê Adara 2009'an de carek din serî li Serdozgeriya Komara Cizîrê dide û îfade dide. Lê heta îro jî derbarê mijarê de lêpirsîneke bingehîn nehat destpêkirin. Li aqûbeta Alî Karagoz heta îro jî nehat ronîkirin û kiryar nehatin cezakirin."
Setenay Yarici got, "Çiqas sal jî derbas bibin, em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Alî Karagoz û hemû windayên ku di bin çavan de ne, bernedin û em ê dev ji bîr anîna ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere, bernedin."
Setenay Yarici wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çiqas sal jî derbas bibin, em ê dev ji daxwaza xwe ya pêkanîna edaletê ya ji bo Alî Karagoz û hemû windayên ku di bin çavan de ne, bernadin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
Piştî daxuyaniyê xizma windayan Hanîfe Yildiz axivî û wiha bi lêv kir: "Çend cejn derbas bûn? 59 cejn derbas bûn. Ji ber ku gorên windayan tune ne, Qada Galatasarayê wekî gor dibînin û tên vir. Lê em ne tenê ji bo xwe li vir in. Em ji bo her kesî hiqûq û edalet pêk bê li vir têdikoşin.
Xizmê windayan Hanim Tosun jî ev tişt anî ziman: “Sibê cejn e û îro her kes ber bi goristanê ve diçin. Lê mixabin em ber bi Galatasarayê ve diçin. Em nizanin ku em li ku derê bigerin û em ê qerenfîlên xwe li ser wan goran bihêlin. Em ê heta dawiyê heta ku bighêjin encamekî lêgerîna xwe bidomînin û hesabê bipirsin."