
Siyasetmedar Selma Irmak: Ev mijar bi azadiya Ocalan dikare çareser bibe
- 09:05 1 Nîsan 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Siyasetmedara kurd Selma Irmak banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got: “Dema Birêz Ocalan bin tecrîdê de be ne pêkane ev pirsgirêk çareser bibe. Ev mijar bi azadiya Birêz Ocalan dikare çareser bibe.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi hevkariya heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê banga "Aştî û civaka demokratîk" kir. Bangê li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê deng da û xwedî lê derketin. Her wiha kelecan û hêviyek mezin afirand.
Siyasetmedar Selma Irmak derbarê mijarê de, hevdîtinên Îmraliyê, çareseriya pirgirêka kurd de axivî.
Selma Irmak anî ziman ku kurd 200 sale têkoşîna hebûnê didin û got: “Kurd bi salan e li ser axa xwe têkoşînê hebûnê didin. Hebûn, çand û zimanê xwe diparêzin û têdikoşin. Seranserê dîrokê kurdan rolek mezin lîstine. Kurd di alî dîrokî, çandî de gelekî qedîme. Di 40-50 salên dawî de di çaçoveya têkoşîna azadiyê de jî têkoşînek mezin didin. Li dijî înkar û îmhayê têdikoşin.”
‘Mînaka rojava îspata wê ye’
Selma Irmak daxuyakirin ku têkoşîna hebûnê ya kurdan bi awayekî xurt derketiye holê û ji ber têkoşîna kurdan veguherîna civakî jî pêk hatiye û kurdan destkeftiyên mezin bidestxistine. Selma Irak wiha dirêjî dayê: “Zîhniyeta avakirina jiyanek kolektîf û komunal hat avakirin. Pergalek ku rêzdarî li hember mafan heye ket jiyanê. Mînaka Roajva îspata wê ye. Li Tirkiyeyê di DEM Partiyê de hemû gek û bawerî ligel hev in. Bi civakê re hişmendiyek ava bû.”
‘Ev mijar bi azadiya Abdullah Ocalan dikare çareser bibe’
Selma Irmak balkişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û wiha anî ziman: “Di asta em têde ne Birêz Ocalan gavek avêt. Devlet Bahçelî çû koma DEM Partiyê û destê hev girtin û piştre di axaftina li meclîsê de got bila Birêz Ocalan bê li meclîsê biaxive. Ew axaftinek ne ji rêzê bû. Dewletê tiştên didît geşedanên li Rojhilata Navîn bû. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê statuya kurdan û yekitiya wan her diçe mezin dibe. Kurd li Rojhilata Navîn partnerên girîng tên dîtin. Ji ber vê jî ev wisa bixwe pêş neket. Kurdan bedelên mezin dan û encamê de serkeftinên mezin bidest xistin. Birêz Ocalan ev destkeftî anîn asta jor û mutabakata ku divê ev bikevin bin ewlehiya qanûnî pêşniyarkiriye. Her kes vê dibîne. Ev mijar bi azadiya Abdullah Ocalan dikare çareser bibe.”
‘Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’
Selma Irmak ev tişt anî ziman: “Têkoşîna Gelê Kurd encam daye. Dewletê ferq kiriye ku pirsgirêka kurd bi rêgazên din jî dikare bê çareserkirin. Dewlet îqna bûye. Heman demê de ev pêvajoyek ku rîskan dihewîne ye. Gel bi serokatiya xwe bawer dibe. Dewleta Tirk jî ji ber nizanine çi bike bi fikare. Beriya her tiştî divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Divê wekhevî hebe. Divê muzakere bên kirin.”
‘Di pêvajoyên ku jin kirde bûn biserketin’
Selma Irmak di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Stratejiya ku Birêz Ocalan daniye holê hêviya me kurd dike. Dewlet diaxwaze pigsirêkê çareser bike. Lê dema dixwaze bike dixwaze bikşîna asta herî jêr. Dixwaze bi mafa sînor bike. Lê hişê dewletê hîna îqna nebûye. Birêz Ocalan bang li PKK’ê kir. PKK’ê bersiv da vê. Got çi bikeve ser milê me em dikin. Got wê kongreyê kom bike. Lê got divê şert û merc bên avakirin. Bêguman rola ciwan û jinan di pêvajoyê de girînge. Muzakereyên bi zîhniyeta mêr meşiyane pir caran têk çûne. Lê di pêvajoyên ku jin kirdebûn de teqez serkeftin pêk hatine. Em divê di pêvajoyê de rola xwe bilîzin.”