Şêniyên kantona Firatê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

  • 14:38 7 Nîsan 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Kantona Firatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî lidar xistin û gotin, "Rêber Apo dikare hemû pirsgirêkan çareser bike. Ev yek jî bi azadiya wî pêkan e."
 
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, misogeriya civaka demokratîk e" meşiyan.
 
Meş li qada Jina Azad destpê kir. Di meşa girseyî de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşerên şoreşê hatin hildan. Girseya gel bênavber dirûşmên "Bêjî Serok Apo","Bê Serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e" berz kirin.
 
Meş heta qada Aştî dewam kir û li vir deqeyek rêz hat girtin, Hevserokê Desteya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto, li vir axivî û berxwedana Abdullah Ocalan silav kir.
 
Mistefa Êto diyar kir gelên li Rojhilata Navîn di qonaxeke herî hesas re derbas dibin û got ku yê dikare vê pêvajoyê bigihîne serkeftinê ew jî Abdullah Ocalan e.
 
Mistefa Êto got, “Rêber Apo ji bo azadiya tevahî pêkhateyan têkoşîn kir. Divê em xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkevin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin."
 
Mistefa Êto, anî ziman ku gel li qadan daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin û wiha domand, “Rêber Apo dikara hemû pirsgirêkan çareser bike, ev yek jî bi azadiya fîzîk ya Rêber Apo çareser dibe. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedan û têkoşîna xwe xurtir bikin."
 
Meş bi dirûşma "Bê Serok Jiyan nabe" bi dawî bû.