'Me li hemberî vê pergalê serî netewand û em natewînin jî!'

  • 13:28 26 Nîsan 2025
  • Rojane
 
ENQERE - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya têkildarî rêziknameya Wezareta Tenduristiyê ya nû û plansaziya çalakiyên xwe de peyama ku ew ê li hemberî êrişên li ser maf û destkeftiyên jinan li ber xwe bidin, da.
 
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê têkildarî rêziknameyên Wezareta Tenduristiyê ên bi navê "Plansaziya Zayîna Normal’’ û "Rêziknameya Teşhîsa Li Ser Piyan û Saziyên Tenduristiyê ên Taybet ên Tedawiyê"  daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew ê li hemberî hemû polîtîkayên ku zextê li bedana jinan dikin bisekinin û hate destnîşankirin ku polîtîkayên têkildarî qetilkirina jinan, tundiya li ser jinan û îstîsmarkirina zarokan her roj zêdetir dibin.
 
Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: "Di sala 2025’an de hemû plansaziyên di bin navê ‘’Sala Malbatê’’ de û rêziknameyên hatine derxistin di çarçoveya êrîşa li ser beden û destkeftiyên jinan de hatine amadekirin. Ev pergala ku hemû xizmetên tenduristiyê kiriye bi peretî, jiyana jinan didize. Hemû gotin û polîtîkayên wan ên têkildarî jinan xwe dispêrin xurtkirina serweriya mêran.
 
Tişta nornal rêzgirtina li hemberî tercîhên jinan e. Jiholêrakirina astengiyên xwegihandina xizmetên tenduristi ye. Bêperebûna parza HPV’ê, derxistina qanûnên têkildarî tenduristiya jinan û sepandina wan e. Pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û qetilkirina wan e. Dubare derbasbûna Peymana Stenbolê û sepandina hemû xalên madeya 6284’emîn e.
 
Me vê pergala ku dibêje ‘’Hevjînên bê zarok ne malbat in’  û dixwaze jinan di sînorên malbata ku jin têde tê qetilkirin, qebûl nekiriye û em qebûl jî nakin. Biryar û rayeya ku wê jin çend zarokan bînin dinyayê û zayînê çawa bike bes aîdî jinan e. Em ê li hemberî hemû êrîşên li ser maf û destkeftiyên jinan li ber xwe bidin. Em ê li her derê têkoşîna xwe ya li hemberî êrîşên li ser beden û destkeftiyên jinan mezin bikin. Jin kirdeya civakê ne û em ê bi vê hişmendiyê  jiyana azad û wekhev ava bikin û dawiyê li vê pergala îstîsmarê bînin."