Hunermendan ji bo azadiya Nûdem Dûrak bang kirin

  • 13:28 29 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek hunermend û navan di salvegera 10'emîn a dîlgirtina Nûdem Dûrak de vîdeo weşandin û daxwaza berdana wê kirin.
 
Muzîkjena Kurd Nûdem Dûrak, ku li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê ye, di sala 2015'an de bi hinceta gotinên di stranên xwe yên Kurdî de hatibû girtin û di du dosyayên cuda de bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" 19 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
 
Gelek hunermend û navan di salvegera 10'emîn a dîlgirtina Nûdem Dûrak de vîdeo weşandin û daxwaza azadkirina wê kirin. Gelek navên ji Tunis, Nîjerya, Îngilîstan, DYA, Şîlî û Yewnanîstanê piştgirî dan vê bangê.
 
Di bangê de daxwaza azadiya Nûdem Dûrak û hemû girtiyên siyasî hat kirin. 
 
Navên kesên bang kirin: Pink Floyd (Roger Waters), Massive Attack (Robert Del Naja), System of a Down (Serj Tankian), Rage Against The Machine (Tom Morello), damezrinerên koma Sonic Youth (Thurston Moore) û Emel Mathlouthi, Ana Tijoux, Peter Gabriel, Brian Eno, Seun Kuti, Tunde Adebimpe û  Yanis Varoufakis.