Rêveberiya Xweser bi boneya 1’ê Gulanê betlane ragihand

  • 14:03 29 Nîsan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê betlaneya fermî ragihand.
 
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameya 11’an derxist. 
 
Di biryarnameyê de hate gotin, bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê, tevahî saziyên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Pêncşemê (1'ê Gulana 2025'an) dikin betlane.
 
Her wiha hate diyarkirin ku saziyên giştî yên ku karê wan berdewamiyê dixwaze, di biryarnameyê de cih nagirin.