
Li Zanîngeha Rojava panela 15’ê Gulanê
- 14:15 13 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - SZK`ê û Zanîngeha Rojava bi boneya Cejna ZImanê Kurdî panelek li dar xist. Di panelê de Îlham Ehmed diyar kir ku asta bilind a zimanê kurdî li Rojava û Sûriyeyê, tê wateya derbaskirina hemû siyasetên înkarkirina nasnameya kurdî.
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Zanîngeha Rojava li Qamişloyê bi dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafeke rewa û bingehîn e” panelek organîze kir. Panel li hola Zanîngeha Rojava bi beşdariya xwendekarên zanîngehê, nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser pêk hat.
Di panelê de mijarên “Danasîna zimanê kurdî” û “Rewşa zimanê kurdî li Sûriyeyê” hatin nîqaşkirin. Endama SZK’ê Hacer Petekkaya û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivîn. Panel ji hêla hevseroka SZK`ê Viyan Hesen ve hate birêvebirin.
Îlham Ehmed Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û diyar kir ku zimanê kurdî di perwerdeyê de gihaştiye asteke bilind û ev cara yekemîn e di dîroka Sûriyeyê de tê dîtin û li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek di warê zimanê dayikê de pêk hatiye.
Îlham Ehmed bal kişand ser faktorên ku bûn sedema destpêkirina şoreşa çandî di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de û da zanîn ku niha di dîroka Kurdan de guhertin çêdibin, encama ku gelê Kurd di warê ziman de girtiye, encameke têkoşîna dûvdirêj a PKK`ê û pêşengên çalakvanên ziman in û wiha got: “Têkoşînek di rewşeke pir zehmet de çêbû, di malan de û di nava komên zarokan de ev têkoşîn hatiye meşandin. Parastina zimanê dayikê keda dayikan e, ew dayik bi kurdî fikirîn û axivîn. Heke îro em di nava zanîngehan de li Rojava giştî perwerdeyê bi zimanê kurdî dibînin, ew tê wateya derbaskirina hemû siyasetên înkarkirina nasnameya kurdî. Îro Kurd dibêjin em bi ziman, çand û dîroka xwe hene, ji bilî wê razîbûn û tercîheyeke me tune ye.”
Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew bi desthilata Şamê re di nava dan û standinê de ne, di vî warî de gihaştine qonaxeke ku êdî doza Kurd di destûrê de fermî bibe, perwerde jî beşeke bingehîn a fermîkirina nasnameya kurdî ye û wiha dom kir: “Em di nava vê qonaxê de ne, piştî peymanê êdî beş bi beş dan û standin pêk tên ku û êdî hemû bawernameyên xwendekaran ji 2011’an ve fermî bibin. Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê jî divê diyalog dewam bikin. Têkiliyên me di aliyên navneteweyî de jî gelekî berfireh in. Lê mixabin rêveberiya li Şamê digihêje biryarekê û paşê jê vedigere, rêveberî divê xwedî berpirsarî be. Têkoşîna me ji bo fermîkirina zimanê kurdî dê bidome.”
Hacer Petekkaya jî da zanîn ku parçekirina Kurdistanê bûye sedema parçekirina ziman û çanda kurdî jî.
Hacer Petekkaya destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê ji sala 2012`an ve bi zaravayê Kurmancî perwerde derbasî dibistanan bûye, li Başûrê Kurdistanê li gel zaravayê Soranî di nav herêmên kurmancîaxiv de devoka Behdînî bûye zimanê perwerdeyê û zaravayê Kurmancî/Behdînî ji sala 1998`an ve li dibistanan bûye zimanê perwerdehiyê. Ji 2014-2015`an ve ji seretayî heya zanîngehê hemû perwerde bi Behdînî ye.
Hacer Petekkaya di berdewama axaftina xwe de ev agahî jî dan: “Li Bakurê Kurdistanê zaravayê Kurmancî ne xwediyê statuyeke fermî ye, lê bi awayekeî sînordar be jî di qadên wekî çapemenî, hiqûq, perwerde û siyasetê de tê bikaranîn. Di hin beşên zanîngehan de û di dibistanan de wekî derseke hilbijartî tê dayîn. Li Rojhilatê Kurdistanê jî zimanê kurdî ne xwedî statuyeke fermî ye, di zanîngehên Îranê de dersên ziman û edebîyeta kurdî hene, ji 2015`an de li Zanîngeha Kurdistanê beşa ziman û wêjeya Kurdî heye.”