
Li Kobanê pêşbirka zimanê Kurdî hat lidarxistin
- 21:02 13 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya rêzeçalakiyên 15’ê Gulanê yên bi dirûşma "Perwerdeya bi zimanê dayikê, mafekî rewa û bingehîn e" tên lidarxistin de, li Kobanê pêşbirka Zimanê Kurdî hat lidarxistin û bawernameyên astên yekemîn û duyemîn li xwendekaran hatin belavkirin.
Bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî Saziya Zimanê Kudî ya bajarê Kobanê yê kantona Firatê pêşbirka Zimanê Kurdî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar xist û li Parka Ronîwar a Kobanê jî bi merasîmekê ji hêla Saziya Zimanê Kurdî ve 101 bawernameyên astên yekemîn û duyemîn li xwendekaran hatin belavkirin.
Di pêşbirkê de mamoste, xwedenkar û malbatên Şagirtan û bi cil û bergên xwe yên folklorîk amade bûn.Pêşbirk bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Rêvebera Dibistanên Kobanê Ezîze Ismaîl axivî. Ezîze Ismaîl di destpêka axaftina xwe de Roja Zimanê Dayikê pîroz kir û got: "Beriya demekê tu kesî nikaribû bi zimanê Kurdî bixwenda û biaxiviya, lê îro bi saya Şoşeşa Rojava zerokên me mafên perwerdehiya bi zimanê xwe standin, bi zimanê xwe diaxavin û dixwînin. Zimanê Kurdî zimanê hebûn û nasnameyê ye, em ê zimanê Kurdî biparêzin."
Piştî axaftinê pêşbirk ji du komên zarokan pêk hat. Di pêşbirkê de pirsên der barê zimanê Kurdî de hatin pirsîn. Piştî wê Şanoya Şehîd Berfîn hat pêşkêşkirin û zarokên bi navê Doz û Zagros stran gotin.
Pêşbirk bi belavkirina xelatan li zarokên serketî bi dawî bû.Bi heman boneyê de li Parka Ronîwar a Kobanê bawernameyên astên yekemîn û duyemîn li xwendekaran hatin belavkirin.
Di belavkirina bawernameyan de, mamosteyê Wêje û Zimanê Kurdî yê ji Kobanê Mazlûm Cimo axivî û got: "Di serî de em bejna xwe li hember şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn û tevahî şehîdên doza azadiyê ditewînin û bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, vê rojê li tevahî mamoste, şagirt, xwendekar û malbatên wan pîroz dikin û her tim serkeftinê ji xwendekaran re dixwazin."
Piştî axaftinê bawernameyên astên yekemîn û duyemîn li xwendekaran hatin belavkirin.