
Li Amûdê û Til Birakê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê
- 14:58 15 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) li Amûdê pêşangeheke wêneyan hat vekirin û li Til Birakê jî şahiyek hat lidarxistin.
Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li bajarê Amûdê pêşangehek hat vekirin û li bajarê Til Birakê jî şahiyek hat lidarxistin. Di çalakiyan de hate gotin, divê zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de were naskirin.
Amûdê
Rêveberiya Dibistanan a bajarê Amûdê bi beşdariya mamoste û xwendekaran pêşangeheke wêneyan vekir. Di pêşangehê de nêzî 300 wêneyên ku mamoste û xwendekaran di dirêjahiya salekê de xêz kirine, hatin pêşandan. Her wiha wêneyên mamosteyên şehîd, destkariyan û şitilan jî di pêşangehê de cih girt.
Mamoste û xwendekar ku bi cilên xwe yên kurdî beşdar bûbûn, belavokên der barê girîngiya zimanê kurdî de belav kirin.
Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Arşik Baravî Cejna Zimanê Kurd pîroz kir û got: "Destpêka Şoreşa Rojava dema me Bavenda Reşîd Kurd vekir min helbesteke bi tîpên kurdî nîvisand da ku her kesî teşwîqî fêrbûna zimanê dayikê bikim. Ez vê helbestê bi bîr tînim, berhemên wê dibînim."
Piştre helbestvan Medya Sado helbestek xwend. Di dawiyê de xwendekar û mamosteyan li ber stranan govend gerand. Pêşangeh dê 3 rojan vekirî be.
Til Birak
Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til Birakî jî bi heman boneyê şahiyek li dar xist. Şahî li Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên partiyên siyasî û Desteya Perwerde û Fêrkirinê pêk hat.
Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka komîteyê Necla Xidir axivî û got: "Ji destkeftiyên mezin ên şoreşa me ew e ku her pêkhateyek bi navê xwe fêr û perwerde dibe. Em bi vê destkeftiyê serbilind in."
Endama komîteyê Bêrîvan Mio jî banga parastina zimanê kurdî kir. Her wiha mamoste Aldar Mehmûd jî axivî û got: "Piştî înkara bi salan divê em zimanê xwe yê dayikê zindî bikin û biparêzin. Divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were naskirin."
Di dawiyê de çalakiyên hunerî hatin pêşkêşkirin. Zarokan jî şanoyek pêşkêş kir.