Rêxistina Sara tundiya li dijî jinan a li Laziqiyê û Tartûsê şermezar kir

  • 16:34 24 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan binpêkirinên giran ên li dijî jinan, bi taybetî li herêmên di bin kontrola desthilata Şamê de, şermezar kirin û bang li rayedarên, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî kir ku ku dawî li van tawanan bînin û sûcdarên wan bidarizînin.
 
Endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Zeyneb Elîko li navenda rêxistinê ya li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi amadebûna bi dehan jinan, endam û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyek xwend.
 
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser zêdebûna rêjeya tundiya li ser jinan, bi taybetî piştî belavbûna "komên tundraw" ku tawanên herî hovane yên wekî kuştin, revandin û destdirêjiya zayendî pêk tînin.
 
Daxuyaniyê her wiha bal kişand ser tawanên hovane yên ku di van 2 rojên borî de li bajarên Cebelê, Laziqiyê û Tertûsê li dijî jinên bi navên Eyşe, Xufran û Xaliya hatine kirin ku rastî kuştin, revandin, lêdan û dijûnên nefretê û mezhebî hatine.
 
Rêxistina Sara di daxuyaniyê de hişyarî da ku berdewama bêdengiya desthilatda Şamê û nedarizandina sûcdaran, dê bibe sedema binpêkirinên zêdetir û dibe ku di siberojê de bêtir tawanên tund li dijî jinan pêk bên. Her wiha destnîşan kir ku ev pêkanîn ne yên pêşî ne û eger tedbîrên pêşîgirtinê neyên girtin, dê ne yên dawîn jî bin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de Rêxistina Sara piştgiriya xwe ji bo hemû rêxistinên jinan diyar kir û bi bang li hemû saziyên mafên mirovan û navneteweyî kir ku berpirsyarên tawanan bên darizandin û jin ji her cure destdirêjiyê bên parastin.