
Rojnameger Tugçe Yilmaz hat berdan
- 18:00 4 Hezîran 2025
- Rojane
STENBOL- Rojnameger Tugçe Yilmaz ku li Stenbolê hatibû binçavkirin piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.
Duh saetên êvarê de li Kadikoy a Stenbolê edîtora bîanetê Tugçe Yilmaz di GBT’ê de hat binçavkirin û îro sewqê edliyeyê hat kirin. Li Edliyeya Kartalê piştî îfadeya dozgeriyê hat berdan.
Hat hînbûn ku der barê Tugçe Yilmaz de di çarçoveya ‘Biçûkxistina netewa Tirk, dewleta komara Tirk, saziyên Tirk’ (Xala 301)de binçavkirin pêk hatiye.
Hat diyarkirin ku destur nehatiye dayîn ku parêzerê Tugçe Yilmaz naveroka dosyayê bibîne.