Nobeta li Cenevreyê: Gelê Mexmûrê ne bi tenê ye

  • 19:09 4 Hezîran 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza rakirina tecrîdê û  azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ber Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye destpêkirin, di hefteya 228’an de didome.
 
Gelek nûnerên sendîkayên ji gelek welatan ên ji bo 113’emîn Konferansa Navneteweyî ya Kedê ya Cenevreyê hatibûn piştgirî dan çalakiyê.Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Li ser navê Komîteya Çalakiyê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de balkişandin ser dorpêçkirina Kampa Mexmûrê û bang li civaka navneteweyî û bi taybetî jî li NY’ê hat kirin. Piştre li ser navê ciwanên Mexmûrê Bariş Yaman axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û dorpêça li ser Mexmûrê.
 
Bariş Yaman diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo aştî û çareseriyê ya di 27’ê Sibata 2025’an de hat ragihandin firsendeke dîrokî ye, lê Tirkiyeyê li şûna diyalogê bi mijûlkirinê bersiv da.
 
Bariş Yaman destnîşankirin ku tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnên navneteweyî ye û hewl tê dayîn ku bi rêbazên kêfî pêşî li hevdîtina Abdullah Ocalan ya bi parêzer û malbata xwe re were girtin. Hat diyarkirin ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan, di heman demê de li ser hemû gelê Kurd û hêviyên aştiyê tê meşandin.
 
Bariş Yaman wiha dawî lê anî: "Dorpêçkirina Mexmûrê parçeyek  ji êrîşên topyekûn ên li ser gelê Kurd e. Em bang li gelên cîhanê û saziyên mafên mirovan dikin. Divê li dijî vê bê hiqûqiyê dengê xwe bilind bikin.”
 
Çalakî heta saetên êvarê dom kir.