Gora Revan Zana Bariştiran cara çaremîn hat texribkirın

  • 12:34 20 Hezîran 2025
  • Rojane
 
WAN - Gora gerîlaya YJA-Starê Revan Zana Bariştiran careke din bû hedefa êrîşan. Gor berê sê caran hatibû texripkirin, cara dawî di 29'ê Cotmeha 2022'an de zerar lê hatibû kirin.
 
Gerîlaya YJA-Starê Revan Zana Bariştiran (Omedya Rohat) ku li Dêrsimê di operasyoneke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû û li Wanê hatibû definkirin gora wê  cara çaran hat texrîpkirin. 
 
Gor berê sê caran hatibû hedefgirtin û di 29'ê Cotmeha 2022'an de herî dawî hatibû texrîpkirin.