
Komxebata 'Gotara Nefretê' hat lidarxistin
- 15:33 23 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Êzidî û Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê komxebatek li dar xist û mijara "gotara nefretê" û rêyên têkoşîna li dijî wê gotûbêj kirin.
Yekitiya Jinên Êzidî bi hevkariya Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê îro komxebatek bi sernavê "Gotara nefretê û bandora wê li ser civakê” li dar xist. Komxebat li Salona Xabûr a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hat lidarxistin. Çalakvanên jin beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de beşa li ser pênaseya gotara nefretê, belavbûna wê û bandorên wê yên neyînî li ser civakê, ji aliyê cîgira berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zozan Şemo ve hat birêvebirin.
Zozan Şemo got: "Gotara nefretê amûreke navendî ye ji bo xurtkirina serdestiyê tê bikaranîn, ne tenê bi rêya ragihandinê û gotara siyasî, lê herwiha bi rêya perwerdeyê, saziyên olî û hin pêkhateyên çandî pêk tê. "
Di mijara duyemîn de ku ji aliyê rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî Sûad Haso ve hate birêvebirin, rola jinan a li dijî gotara nefretê hate gotûbêjkirin.
Sûad Hesen got: "Jin hêmaneke bingehîn e di pêvajoya avakirina aştî û pêşketina civakê de, xwedî hêz e ku li dijî gotara nefretê têbikoşe, bi rêya ragihandinê, xebata civakî û beşdariya siyasî. "
Beşdarên komxebatê jî der barê mijaran de nêrînên xwe anîn ziman û ezmûnên xwe yên kesane jî di vê mijarê de vegotin.
Komxebat bi çend pêşniyaran bi dawî bû:
* Ji bo belavkirina nirxên aştî û demokrasiyê di çapemeniyê de piştgirîkirina gotara jinan.
* Danasîna metirsiya gotara nefretê li ser hemû beşên civakê.
* Bi armanca pêşxistina jinan komxebat werin lidarxistin.
* Rêgezên pirrengiyê di pirtûkên perwerdeyê de werin bicîkirin.
* Lidarxistina civînên diyalogê di navbera hemû beşên civakê de.
* Hişyarkirina ciwanan û xurtkirina rola wan ji bo pêkanîna nirxên aştî û lêborînê.
* Şopandin û belgekirina diyardeyên gotara nefretê ji bo helwestên zelal û tund li dijî wê bên girtin.