Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi koma 138’an dewam dike

  • 10:12 25 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Mexmûrê ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tirmeha 2023’an de hatibû destpêkirin, bi koma 138’an di roja 706’an de didome.
 
Çalakiya nobetê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatibû destpêkirin, bi koma 138’an, di roja 706’an de de bibiryardariyek xurt didome.
 
Duh êvarî merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, bi amade bûna çalekvanan û xelkê wargehê re bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên doza Azadiyê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 138’an Gulîzar Repinî axivî.
 
Gulîzar Repinî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Armanca me fîzîkî azadkirina Rêbertî ye, heta em Rêberê xwe azad nekin em dest ji çalakiya xwe bernadin. Em serkeftin ji koma nû re dixwazin.”
 
Merasîm bi bilindkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dawî bû.