Têkoşîna aştiyê ya gav bi gav hat hûnandin

  • 09:03 10 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ku bi salan e têkoşîna aştiyê gav bi gav hûnandin, tevî hemû êrîş, tundî, zext û komkujiyan di têkoşîna aştiyê de israr kirin.
 
Dayikên Kurd tevî hemû êrîş, şer, komkujî û tundiyan têkoşîna xwe li her derê mezin kirin. 40 sal in li her qadê têkoşîna jiyanê didin. Di 1999’an de biryara vakirina însiyatîfa Dayikên Aştiyê dan û têkoşîn tacîdar kirin. Ji 1999’an heta niha daxwaza aştiyê her roj anîn ziman.
 
Dayikên Aştiyê kî ne?
 
Her yekê ya zarokên xwe di pevçûnan de winda kirine, ya zarokên wan girtîne yan jî kiryar nediyar in. Hinek keça xwe hinekan kurê xwe hinekan bav, bira, apê xwe winda kirine. Her yekê tevî xizmên xwe winda kirine dibêjin aştî. Dayikên Kurd dema dibêjin aştî ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelan aştiyê dixwazin. Ji bo Dayikên Aştiyê ‘aştî’ mijara rûmetê ye. Xwedî girîngiyek mezin e. Ya herî zêde bandor li wan kir zexta dewletê bû. Lê wan tevî hemû zextan têkoşîna xwe bê navber û bêyî teredurt meşandin.
 
Li dijî êrîşan pêşengiya jinan
 
Di navbera 1988-1999’an de gund hatin şewitandin û valakirin. Zext li wan hat kirin ku bibin cerdevan. Kurdên ev qebûl nekirin bi zor ji axa wan hatin kirin û koçberkirin. Li bajarên bicih bûn jî zextên dewletê dîtin. Lê jinên Kurd li her derê ji bo çand û nasnameya xwe têkoşîn meşandin û pêşengiya têkoşînê kirin.
 
Dayikên Aştiyê li dijî her cureyê dijhiqûqiyê bi têkoşîna xwe ji bo her jinî jî dibin îlham. Bi laçikên xwe yên spî bûn sembola wêrekî û berxwedanê.
 
Ji hev hêzê digirin
 
Dayika Aştiyê Guler Bugday ku li Licê ya Amedê tê dinê, di temenê biçûk de tê zewicandin û 3 zarokên wê çêdibin. Di 1985’an de têkoşînê nas dike. Hevjînê wê di 1993’yan de wefat dike. Kurekî wê di nava PKK’ê de jiyana xwe ji dest dide. Bi salan ji bo cenazeyê kurê xwe bigire têdikoşe. Di encama têkoşînê de cenazeyê kurê xwe digire û dibe warê xwe defin dike. Guler Bugday wiha got: “Şerekî qirêj li hember Kurdan dimeşînin. Me her roj şahidiya vê dikir. Wijdanê me vê qebûl nake. 35 sal in têdikoşim. Me tu car gav navêt. Em li her qada jiyanê aştiyê diparêzin.”
 
‘Min şahidiya îşkenceyan kir’
 
Dayika Aştiyê Feleknaz Karabaş di 1994’an de li Bedlîsê di dema valakirina gundan de koç kirin. Feleknas Karabaş li dijî êrîşan bi salane têdikoşe û wiha dibêje: “Dema êrîşê gundê me kirin me gelek zext dîtin. Îşkene li hevjîn, xezûr û tiyê min kirin. Min şahidiya van îşkenceyan kir. Min soz da xwe ez biçim ku derê ez ê têkoşînê bidim û nasnameya xwe biparêzim. Heta îro yek gotinek tirkî ji devê min derneketiye. Li her derê zimanê xwe diaxivim.”
 
Zext tundî û komkujî
 
Rewşan Doner got di 5 saliya xwe de li Hîzan a Bedlîsê zextên dewletê dîtine û got: “Bi darbeya di 12’ê Îlona 1980’ê de zext zêde bûn. Bi darbeyê re dewletê malbata me hedef girt. Heta 1990’î em hedef girt. Her meh her roj bi ser mala me de digirtin. Mala me dan ber agir. Piştre hemû gundê me şewitandin. Apê min qetil kirin. Îşkence li birayê min kirin. Birayê min 12 salî tevli PKK’ê bû. Me koçî Stenbolê kir. Piştre tevli dayikên aştiyê bûm. Pêvajoya aştiyê nû dest pê kiriye. Em bi hêvî ne. Pêvajo biserkeve wê ji bo her kesî destkeftî be."
 
Têkoşîna bi 8’ê Adarê dest pê kir
 
Fatma Yilmaz li Xîzan a Bedlîsê tê dinê. 14 salî tê zewicandin û çar zarokên wê çêdibin. Fatma Yilmaz diyar dike di temenê biçûk de zextên dewletê nas dike û got di 21 salî de tevli 8’ê Adarê dibe û ji wê rojê de têkoşîna wê dest pê dike. Fatma Yilmaz wiha got: “Bi salan e têkoşîna aştî û edaletê dimeşînim. Werin em dest bidin hev û pêşî li vî şerî bigirin. Aştî ji bo her kesî girîng e.”
 
Dayika Aştiyê Sabîha Bozan jî yek ji dayikên ku şev û roj ji bo aştiyê dixebiteye. Sabîha Bozan daxuyakirin ku têkoşîna wan bi salan berê dest pê kiriye û çi ji destê wan bê, wê bikin. Sabîha Bozan daxuyakirin ku aştî bi qasî nan û avê girîng e û got wê heta dawiya jiyana xwe têbikoşin.
 
Tundiya dewletê bandorek mezin kir
 
Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz jî wiha anî ziman: “Di salên 1979’an de ku hîna 13 salî bûm min şahidiya zextên dewletê kirin. Mirov dihatin qetilkirin. Vê bandorek mezin li ser me kir. Ji bo jiyanek wekhev, rûmet û azad çi ji destê min bê ez ê bikim."
 
Ji bo aştiyê 28 sal
 
Sultan Bozkurt li gundê Qurs a Qoser a Mêrdînê tê dinê û sê zarokên wê hene. Sultan Bokurt li dijî zext, polîtîka û tundiyê têkoşînê dimeşîne û wiha dibêje: “28 sal in ji bo aştiyê têdikoşim. Dayikan tu carê şer nexwestiye. Yekane hêviya me aştî bê û serokatiya me bê berdanê ye.”