Xelkê Amedê bi kelecan li hêviya merasîmê ne

  • 10:48 11 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AMED –  Gelek kesên ji bo merasîma danîna çekan a dîrokî ya li Silêmaniyê temaşe bikin, li MEBYA-DER’ê kom bûn. Libendemayin bi heyecan, coş û hêvîyek mezin berdewam dike.
 
Tê payin ku “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” îro di çarçoveya banga 9’ê Tîrmehê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi merasîmekê çekên xwe îmha bike. Merasîm, dê li çolterê bajraê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê bê lidarxistin. Hem li Kurdistan û Tirkiyeyê hem jî li herêm û cîhanê milyonan kes bi mereqe mezin li benda merasîmê ne. Li gelek bajaran gel, bi mereqe mezin li ber ekranên televîzyonê disekine. 
 
Gelek malbatên Amedê ku di dema şer de xizmên xwe winda kirin, li avahiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) kom bûn. Dayikên Aştiyê û nûnerên partiyên siyasî, li benda dîmenên “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” disekin. 
 
Kesên ku di saetên serê sibê de li komeleyê cihên xwe girtin, bi coş, meraq, kelecan û hêviyên mezin li hêviya merasîmê ne.