
Gulşen Kurt:Armanca civînan piştgiriya ji bo aştiyê ye
- 09:05 14 Tîrmeh 2025
- Rojane
WAN - Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt da zanîn ku çarçoveya ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ de civînên gel dane destpêkirin û armanca van civînan piştgiriya ji bo aştiyê ye û divê dewlet demildest gavê bavêje.
Hevdîtinên gel ên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca piştevaniya aştiyê hatibûn destpêkirin didomin. Xebatên li Wanê tên meşandin di esasa mayîndekirina ‘banga aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatêde hatiye kirin tên meşandin. Tax bi tax, civîn tên kirin û zemîna aştiya civakî tê avakirin.
Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt der barê civînan de nirxandin kir.
Gulşen Kurt da zanîn ku gelê Kurd bi salane li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê têdikoşe û got: “Abdullah Ocalan 27’ê sibatê de banga dîrokî kir. Divê her kes vê pêvajoyê de berpirsyariyê bigire. Ji wê rojê de ye em li seranserê Tirkiye û Kurdistanê civînan dikin. Hevdîtinan dikin. Hîna jî em didomînin. Em dizanin ku ji bilî gelê Kurd divê hemû kes tevli pêvajoyê bibin. “
‘Yekane hêz paradîgmaya birêz Ocalan e’
Gulşen Kurt destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare pirsgirêka Kurd çareser bike û wiha daxuyand: “Gelê Kurd piştgiriyê dide banga Abdullah Ocalan. Banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan e. Rizgariya hemû gelan nîşan dide. Banga wî li cîhanê deng da. Her kes dizane ku yekane hêz paradîgma Abdullah Ocalan e. Armanca civînên em dikin jî ji bo piştgiriya aştiyê ye. Divê her kes vê pêvajoyê de xwe berpirs bibîne.”
‘Em xwedî li pêvajoyê derdikevin’
Gulşen Kurt her wiha daxuyakirin ku li her derê xwedîderketinek mezin dibînin û wiha vegot: “Dayik, jin, ciwan xwedî li pêvajoyê derdikevin. Em vê baş dibînin. Banga 27’ê Sibatê nîşan daye ku divê pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk û siyasî bên çareserkirin. Gel li bendê ye ku dewlet gavê bavêje. PKK’ê gavek dîrokî avêt. Çek îmha kirin. Ev parçeyek pêvajoyê bû. Ji ber vê divê dewlet jî gavê bavêje.”
‘Hewcedariya welat bi aştiyê heye’
Gulşen Kurt wiha dawî lê anî: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em divê pêvajoyê xurt bikin. Divê em ji bo jiyanek demokratîk û avakirina aştiyê têbikoşin. Em jin û ciwan divê pêşengiyê bikin. Hewcedariya welat bi aştiyê heye. Divê her kes tevli pêvajoyê bibe.”