
Jinek li Mersînê hat kuştin
- 13:18 24 Tîrmeh 2025
- Rojane
MÊRSIN - Li navçeya Mut a Mersînê, zilamekî bi navê A.D. bi alaveke tûj dayika xwe Belkis Durmuş kuşt.
Li navçeya Mut a Mersînê, zilamekî bi navê A.D. dayika xwe Belkis Durmuş bi alaveke tûj kuşt. Piştî wergirtina agahiya ji kesên ku li wir bûn, tîmên bijîşkî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Lêkolîna destpêkê diyar kir ku Belkis Durmuş jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Belkis Durmuş ji bo otopsiyê birin morgê.
A.D. hat binçavkirin û lêpirsîna bûyerê dest pê kir.