
Hevseroka Îdirê: Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bike
- 09:04 19 Tebax 2025
- Rojane
ÎDIR - Hevseroka DEM Partiyê ya Îdirê Alya Akkuş tekez kir ku divê komîsyona ku li hatiye avakirin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan re hevdîtin bike û got, "Divê hemû endamên komîsyonê de li hev bikin û divê tavilê hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re were kirin. Divê her tişt di bin qanûnê de bê misogerkirin."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bangek ji bo “Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Ev bang li seranserê cîhanê, bi taybetî li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn, bû dengekî mezin. Piştî banga Ocalan, PKK’ê ji kongreya xwe ya 12’ emîn li dar xist û di 12’ê Gulanê de jî fesihkirina xwe ji raya giştî re ragihand. Tevî van hemû pêşketinan, neavêtina gavên berbiçav ji aliyê hikûmetê ve balkêş e. Piştî biryara hilweşandinê, PKKê di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê merasîmek "şewitandina çekan" a mezin li dar xist, ku mirovên ji gelek aliyan ve kes beşdar bûn. Pêşveçûna dawî ya vê pêvajoyê avakirina "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, xwişk-biratî û Demokrasiyê" li Meclîsa Tirkiyeyê hat avakirin. Ev komîsyon nûnerên hemû partiyên siyasî din av xwe de dihewîne û bi tevahî ji 51 kesan pêk tê.
Hevseroka Îdirê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) Alya Akkuş , li ser pêvajoya ku ji 27’ê Sibatê vir ve berdewam dike û komîsyona li meclise hatiye avakirin nirxandin kir.
‘Jin civakan ava dikın’
Alya Akkuş diyar kir ku ew vê pêvajoyê wekî hewldaneke pir erênî dibîne û baweriya xwe pê tîne û her wiha diyar kir ku ev pêvajo dê ji bo hemû jinan azadiyê bîne. Alya Akkuş tekez kir ku ew bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û got, "Têkoşîna hemû jin û dayikan ji bo aştiyê bû. Me her gav li ser aştiyê israr kiriye û em hîn jî dikin. Weki ku Birêz Abdullah Ocalan gotiye, piştî vê pêvajoyê, berpirsiyariyên me, jinan, mezin in. Erkên me yên mezin hene. Ji ber ku jin hem dayik in û hem jî pêşeng in. Bi rastî, jin civakan ava dikin. Ji ber ku jin zarokên xwe mezin dikin, wan perwerde dikin, wan ji xeletiyan diparêzin û hewl didin ku kesên rast û bi prensîb mezin bikin. Ji ber vê yekê, Birêz Abdullah Ocalan JÎ baweriya xwe bi jinan tîne û bangî jinan dike.”
‘Divê sererastkirnên pêwîst di çarçoveya qanûnê de werin çêkirin’
Alya Akkuş tekez kir ku divê aştî ji bo hemû gelên Tirkiyeyê be û got, "Ev aştî di berjewendiya tevahiya welêt de ye. Ger çek bêdeng bibin, aboriya me dê geş bibe, perwerdehiya me dê baştir bibe, û di heman demê de, rêya bûyîna welatekî bihêz dê vebe. Bê guman, sererastkirnên pêwîst divê di çarçoveya qanûn û destûrê de werin çêkirin. Divê ew di pratîkê de werin bi cîh kirin da ku mirov bikaribin bi bawerî rêya xwe diyar bikin û têgihîştinek bêtir dilsoz a welat û mirovahiyê pêşve bibin."
'Divê di aştiyê de israr bê kirin’
Di derbarê biryara fesihkirina PKK’ê de, Alya Akkuş diyar kir ku ger ev pêvajo di nav dudilî û fikaran de were hiştin, dê şikestinek dest pê bike û her tişt dê bi îhtîmalek mezin dîsa vegere destpêkê. Alya Akkuş wiha dirêjî da axaftina xwe “Divê garantiyên destûrî di zûtirîn demê de werin peyda kirin û divê israr li ser aştiyê were kirin. Divê em bi rastî sedsala duyemîn a Komarê tacîdar bikin. Ev nikare tenê bi gotinan bimîne û divê nebe jî. Divê ew di pratîkê de were bicîhanîn da ku mirov bi bawerî rêya xwe diyar bikin û têgihîştinek bêtir dilsoz a welat û mirovahiyê pêş bixin.”
‘Komîsyon divê bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike’
Alya Akkuş, destnîşan kir ku komîsyona ku di Meclîsa Tirkiyey) de hatiye avakirin divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bicive, ev pêşketinek dawî ya bi pêvajoyê ve girêdayî ye, û got, "Divê ev armanca vê komîsyonê be. Divê hemû endamên komîsyonê li hev bikin û divê hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re tavilê were kirin, hemû û ji bo vê hemû derî bên vekirin. Divê her tişt ji hêla qanûnî ve were ewlekirin û divê ev were misogerkirin."
‘Divê em xwedî li pêvajoyê derkevin’
Alya Akkuş diyar kir ku ew bawer dike ew kesên ku naxwazin komîsyon bi rêkûpêk bixebite winda kirine û wiha axaftina xwe bi dawî kir "Ger em dixwazin welatê xwe xurt bikin, ger em ji civaka xwe hez bikin, divê em hemû li ser vê yekê israr bikin. Em ê hemû israr bikin ku welatê me geş bibe, gelê me azad bibe, civak azad bibe û hevsengiyên ekolojîk pêk bên. Çek hevsengiya xwezayê têk dibin, kîmyaya mirovan û psîkolojiya wan têk dibin. Ew me ji her tiştî bêpar dikin û mehrûm dikin. Ji ber vê yekê divê em teqez xwedî ki pêvajoyê derkevin."