'Salane 50 jin li Başûrê Kurdistanê tên kuştin'

  • 14:33 19 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Serbixwe ya Jinan di daxuyaniyek de eşkere kir ku li Başûrê Kurdistanê her cûre cudakarî û bêrêzî li hember jinan bi awayekî rêxistinkirî tê kirin. Her wiha diyarkir salane 50 jin li Başûrê Kurdistanê tên qetilkirin.
 
Rêxistina Serbixwe ya Jinan di derbarê qetilkirin û binpêkirinên ku li Başûrê Kurdistanê li beramberî jinan pêktên de daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniya Rêxistina Serbixwe ya Jinan de hatiye diyarkirin ku li Başûrê Kurdistanê her cûre cudakarî û bêrêzî li hember jinan bi awayekî rêxistinkirî tê kirin. Her wiha di aliyê civakî, yasayî û medyayê de mijara pirjiniyê wekî ku tiştek giringbe tê behskirin.
 
Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin ku destdirêjiya zayendî û teşwîqkirina tundûtûjiyê ji platformên fermî yên partiyên desthilatdar, medyayê û medya dijîtal wek jehrê tê rijandin û jin tên biçûkxistin.
 
Her wiha hatiye diyarkirin ku pêşxistina çanda mêrsalarî, olî, namûsperestî û cûdakariya ku ji aliyê desthilatê ve tê kirin, bûye sedema kuştinên jinan.
 
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku bûyerên kuştina jinan bûye yek ji pirsgirêkên herî qirêj a nava civakê û lekeyek reş li ser rûyê desthilat û sîstema baviksalariyê hiştiye.
 
Hatiye gotin ku li gor amarên fermî yên saziyên hikûmetê, salane 50 jin li Herêma Kurdistanê tên kuştin, hinek ji wan tên veşartin û wek bûyerên, xwekuştin û xwe şewitandinê tên ragihandin.
 
Di dawiyê de jî Rêxistina Serbixwe ya Jinan daxwaz ji jinan û mêran dike ku bi hevre ji bo civakek azad û wekhev bixebitin.