Gonul Uzunay: Divê AKP dev ji polîtîkayên xwe yên qirêj berde

  • 09:05 19 Tebax 2025
  • Rojane
Memîhan Zeydan
 
WAN - Hevseroka DBP’ê ya Parêzgeha Wanê Gonul Uzunay li ser êrîşên li ser deverên gerîla yên tevî pêvajoyê nirxandin kir  û got, "Divê hikûmet û dewlet bi rawestandina van êrîşan samîmiyeta xwe nîşan bidin. Ev polîtîka dê ne ji bo AKP’ê û ne jî ji bo dewletê ne ereni bin."
 
Pêvajoya aştiyê ku bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de dest pê kir, bi gavên berbiçav ên ku ji hêla eniya Kurdî ve hatine avêtin, bi xwe re nûbûnek anîn. Her ku pêvajo berdewam dike, avakirina "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xuşk - Biratî û Demokrasiyê" li Parlamentoyê hêviyên raya giştî ji bo pêvajoyê xurt kir. Her çend îlankirina agirbestê ji hêla PKKê ve, biryara wê ya fesihkirnê  û şewitandina çekan gavên herî girîng in jî, êrîşên dewletê yên berdewam ên li ser deverên gerîla tevî vê bangê di çavê raya giştî de pirsên cidî derdixe holê û fikarên nû derdixe holê. Wekî din, êrîşa polîsan li ser merasîma cenazeyê endamê HPG’ê Ferhat Tünç, ku di 10’ê Tebaxê de li navçeya Cizre ya Şirnexê hate veşartin, tevî ku nerazîbûnek berfireh a raya giştî derxist holê, bi berfirehî wekî gavek ku armanc dike pêvajoyê têk bibe hate dîtin.
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  ya Wanê Gonul Uzunay, li ser pêvajoya komîsyonê û êrîşên berdewam nirxandin kir.
 
'Em avakirina komîsyonê girîng dibînin'
 
Gonul Uzunay diyar kir ku bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de pêvajoyek nû dest pê kir û destnîşan kir ku ev pêvajo pêvajoya herî girîng e ku di salên dawî de li Tirkiye, Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê pêş ketiye. Gonul got, "Meseleya Kurd bi salan e çareser nebûye û ev cara yekem e ku bi vî rengî bi awayekî zelal û eşkere tê nîqaşkirin. Her du aliyan jî gav avêtine. Di vê çarçoveyê de, Birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê gavên pir girîng avêtine, cihê xwe di dîroka cîhanê de û her wiha di dîroka Tirkiye û Kurdistanê de girtine. Vê yekê nîşan daye ku têkoşîn û berxwedana ku Kurd bi salan e dimeşînin, di rastiyê de têkoşînek ji bo aştî û demokrasiyê ye. Aştî nikare yekalî be; divê her du alî jî gavên bi heman rengî  bavêjin. Bi qasî ku em dikarin bibînin, gavên pêwîst hîn ji hêla hikûmet û Tirkiyeyê ve nehatine avêtin. Lêbelê, avakirina komîsyoneke parlementoyê, her çend gaveke piçûk be jî girîng e. Ew rastî ku komîsyona ku di parlementoyê de hatiye avakirin, hem ji ali me û hem jî di raya giştî de em dibinin ku nehatiye garantîkirin û ev jî dibe sedema fikaran. Lê dîsa jî em wê wekî gaveke erênî dibinin.”
 
‘Hikûmet li dû destkeftiyên nû ye’
 
Gonul Uzunay tekez kir ku gavên ku di vê pêvajoyê de hatine avêtin, tevî komîsyonê, ne bes in û got, “PKKê bi komek gerîla çek berda. Divê hikûmet û dewletê di wê demê de bernameyên xwe amade bikirana ü  gavên pêwîst divê bi lez û bez li pey hev bihatana avêtin. Lê wekî ku em dibînin, hikûmetê ev pêvajo bi demê re dirêj kiriye, li dû destkeftiyên nû ye. Ev ne tenê dê destkeftiyan, lê di heman demê de ji bo hikûmet û dewletê jî windahiyan bîne. Ew hêviyên raya giştî jî dişkîne. Divê gavên pratîkî ji bo aştî û demokrasiyê werin avêtin. ‘Komîsyona Hevgirtina Neteweyî,  Xuşk -Biratî û Demokrasiyê" ya damezrandî ne tenê naveke, lê belê pênaseyeke ka komîsyon dê çi bike jî hewce dike. Divê niha hikûmet û dewlet gavên pêwîst bavêjin.”
 
‘Ev polîtîka dê sûdê nedin AKPê’
 
Gonul Uzunay tekez kir ku hikûmeta AKPê di vê pêvajoyê de polîtîkayên xwe didomîne û tekez kir ku êrîşên li ser herêmên parastina medyayê berdewam dikin û got, "Ji aliyekî din ve, Tirkiye li Mexmûr û Şengal ambargo û polîtîkayên qirêj pêk tîne. Hikûmeta AKP’ê dixwaze bi rêbazên kevn û kevneperest destkeftiyên gelê Rojava ji holê rake. Ev polîtîka dê sûdê nede AKP’ê û ne jî dewletê. Di bin serokatiya Birêz Abdullah Ocalan de, ji bo azadiya Kurdan gotarên aştî û demokrasiyê derdikevin holê. Divê AKP dev ji van êrîş û polîtîkayên qirêj berde."
 
‘PKK ne sedem e encam e’
 
Gonul Uzunay destnîşan kir ku "PKK ne sedem e,  encam e," û tekez kir ku heke hikûmet û dewlet dixwazin vê encamê ji holê rakin, divê careke din nebin hevkarê  encaman ü ev  tişt go, "Divê ev êrîş tavilê werin rawestandin. Êrîş ne tenê li Herêmên Parastina Medyayê, lê di heman demê de di qada siyasî de jî berdewam dikin. Di demên dawî de, 223 karker li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji kar hatin avêtin. Em vê yekê wekî hewldanek ji bo sabotekirina vê pêvajoyê dibînin. Êrîş û binçavkirinên li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM  Partî) û jinan berdewam dikin. Divê hikûmeta AKP û dewlet helwesta xwe ya li ser vê mijarê zelal bikin. Ger çareserî aştî û demokrasî be, divê dev ji van êrîşan berdin. Ev êrîş bi salan e berdewam dikin û ji bo hikûmet û dewletê tiştek neanîne. Hemû dever li ber xwe didin. Têkoşînê hat îro bi berxwedanê berdewam kiriye.’
 
‘Gel baweriya xwe bi Birêz Abdullah Ocalan tîne’
 
Gonul Uzunay bi teqez li ser pêwîstiya ku hikûmeta AKP û dewlet bi rawestandina van êrîşan dilsoziya xwe nîşan bidin, dawî li axaftina xwe anî û got, "Me li Wanê nêzîkî 60 civînên gel li dar xistin. Gel baweriya xwe bi Birêz Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd tîne. Ev pêvajo bi vê baweriyê berdewam dike. Di têkoşîna li dijî van êrîşan de roleke mezintir dikeve ser milê qadên siyasî û civakî. Divê civak bi dengekî yekgirtî aştî û demokrasiyê baştir biparêze. Bi vî awayî, divê em hikûmeta AKP û dewletê neçar bikin ku dev ji polîtîkayên xwe yên qirêj berde û polîtîkayên aştî û demokrasiyê yên nû qebûl bikin."