Meclîsa Jinan a kampa Waşûkanî daxwaza azadiya Ocalan kir

  • 14:20 24 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a Kampa Waşûkanî ya li Hesekê ku koçberên ji Serêkaniyê lê dimînin, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
 
Meclisa Jinan a Kampa Waşûkanî ya koçberên bajarê Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
 
Daxuyanî li pêşiya meclisa kampê bi amadebûna bi dehan jinan ji aliyê endama Meclisa Jinan Heyat Şêxê ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku azadiya Abdullah Ocalan tê wateya azadî û rûmeta gelan. Hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan ji hemû kesên ku ji bo jiyaneke birûmet û wekhev tê dikoşin re, sembola têkoşîn, azadî û edaletê ye.
 
Di daxuyaniyê de îşaret bi pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hat domandin: "Ev pergal hewldanek ji bo şikandina rihê berxwedan û azadiyê ye. Lê îradeya xurt a Rêbertî û ramanên wî yên azad roj bi roj belavtir û bibandortir dibin."
 
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û tevahî rêxistinên hiqûqî hat kirin "Ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo pêkanîna edaletê û mîsogerkirina aştiya rasteqîn, bi lez bikevin tevgerê."
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin bi wê baweriyê de ne ku ramanên Abdullah Ocalan bingeha azadiya jin û civakê ye. Soz hate dayîn ku dê heya pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bidomînin.
 
Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û "Jin, jiyan, azadî " hatin berzkirin.