
NADA'yê têkildarî trajediya li newala Xesfa ya Mûsilê bang kir
- 14:24 24 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymana (NADA) Ji bo trajediya ku li newala Xesfa ya Mûsilê di 2014'an de ji aliyê DAIŞ´ê ve pêk hatiye, banga lêpirsîneke neteweyî û navneteweyî kir ku parastina mafên qurbaniyan û malbatên wan bên kirin.
Newala Xesfa ku bi qasî 20 km li başûrê Mûsilê ye, ew yek ji kûrtirîn newala Iraqê ne. Di dema kontrolkirina bajêr ji aliyê DAIŞ'ê ve di sala 2014'an de ew bû yek ji gorên komî yên herî tirsnak. Ew ji aliyê DAIŞ´ê ve wek cihekî ji bo îdamkirin û avêtina hezaran sivîlan di nav de jin, zarok û kesên ji ber sedemên olî, etnîkî û mezhebî hatine revandin, dihat bikaranîn.
Hevpeyaman Jinên Demokratîk ên Herêmî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) daxuyaniyek weşand û fikarên xwe yên li ser sûcên ku wek jenosîd li dijî mirovahiyê li newala Xesfa anî ziman. NADA ji bo belgekirina van sûcan, parastina cihê bûyerê û dabînkirina edaletê ji bo qurbaniyan û malbatên wan re hewcedarî bi tedbîrên neteweyî û navneteweyî dît.
Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: "Hevpeymaniya NADA li Iraqê doza newala li Mûsilê dişopîne, ku yek ji tawanên herî hovane yên ku ji hêla DAIŞ'ê ve di dema kontrola wê ya bajêr de di sala 2014'an de hatine kirin. Ev newala jeolojîk a kûr wek yek ji gorên komî tê hesibandin. Agahdarî, şahidî û wêneyên tirsnak ên ku li ser kûrê hatine eşkarekirin nû ne, piştî ku DAIŞ ew wek cihekî ji bo îdamkirin û avêtina bi hezaran sivîlan di nav de jin, zarok û kesên ku ji ber sedemên olî, mezhebî, an etnîkî, an ji bo tolhildana siyasî hatine revandin, bi kar anî."
DAIŞ li Mûsilê tawan û komkujiyên hovane li dijî jin û zarokan pêk anîn, wan bi hovane înfaz kirin û bi awayekî fîzîkî ji holê rakirin, sivîl wek mertalên mirovî bikar anîn da ku rê li ber pêşveçûna hêzên Iraqî bo nav bajêr bigire, jin û zarokên ji kêmneteweyên Êzidî û Xiristiyan firotin bazara bazirganiya mirovan.
Hevpeyamana NADA´yê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku tiştê li newala Xesfayê qewimî jenosîd û tawanên li dijî mirovahiyê ne û pêdivî bi tedbîrên bilez ên neteweyî û navneteweyî heye da ku dosyaya newala Xesfayê were vekirin. Divê ev dosya di bin çavdêriya tîmên dadwerî yên pispor di gorên komî de were vekirin. Her wiha delîl û bermayiyan bi awayekî belge bikin ku mafên qanûnî yên qurbaniyan û malbatên wan biparêze, malbatên qurbaniyan di pêvajoyê de beşdar bike û wan ji pêşketinan agahdar bike. Di heman demê de mafê wan ê zanîna çarenûsa hezkiriyên xwe û bidestxistina edalet û tezmînatê garantî bike.
Di daxuyaniyê de NADA daxwaza parastina cihê karaterê, pêşîgirtina li her destwerdan an wêrankirina bi zanebûn û veguherandina wê bo bîrdariyek neteweyî ji bo bîranîna trajediya qurbaniyan û parastina bîra kolektîf kir. Her wiha Hevpeyamana NADA xwest ku qurbanî wek kesên ku rastî jenosîd an windabûna bi zorê hatine, ne tenê wek qurbaniyên terorê, bi fermî bên naskirin. Divê piştî belgekirinê bawernameyên mirinê yên fermî bên dayîn. Hevpeymanê banga dabînkirina piştgiriya psîkolojîk û civakî ji malbatên qurbaniyan re, bi taybet jinên ku tevahiya malbatên xwe winda kirine û misogerkirina tevlêbûna wan di bernameyên parastin û hêzdarkirinê de, kir.