
Dadgeha Îranê 12 meh cezayê girtîgehê li aktivîstek jin birî
- 14:16 26 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgehek Îranê 12 meh cezayê girtîgehê li aktivîst Mutehere Guneyî birî.
Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, şaxa 29’an ya Dadgeha Şoreş ya Tahranê, 12 meh cezayê girtîgehê li aktivîsta mafê jinan Mutehere Gûneyî biriye.
Hat gotin ku ceza bi hêceta "Propagandaya dijî dewlet û bêrêziya hemberî rêberê olî yê Îranê", li Mutehere Guneyî hatiye birîn.
Hêjayî gotinê ye Mutehere Guneyî aktivistek mafê jinan û girtiya berê ya siyasî ye. Muteher Guneyî di 1’ê Hezîrana îsaal de, di dema şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, ji aliyê hêzên Îranê ve bêyî fermana dadwer hatibû binçavkirin û wê şandibûn girtîgeha Evîn. Lê piştre ji ber êrişa Îsraîl ya li ser girtîgeha Evîn, bi girtiyên din re ji bo girtîgeha Qerçek hatibû veguhestin û piştî 24 rojan bi awayek demkî hatibû berdan.