Li Qamişloyê jin li berxwe didin

  • 19:22 2 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji bajarê Qamişlo û HPC-Jin tabûrek bi navê Şehîd Ayaz ava kir.
 
Di çarçoveya seferberiya giştî, parastina xak û herêmê de, jinên ji bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê û Hêzên Parastina Civakî -Jin (HPC) bi navê şehîd Ayaz tabûrek ava kir.
 
Endama HPC-Jin Wedha Wenikî daxuyaniyek devkî da. Wedha diyar kir ku ew wek jinên li komîna Şehîd Lewend a taxa Kurnîş a bajarê Qamişlo avakirina tabûra Şehîd Ayaz radigihînin. Ev tabûr ji bo parastina taxê li hember gef û gurên heyî ye.
 
Wedha Wenikî got, "Em li piştî zarokên xwe yên li eniyên şer in ku parastina herêmên we dikin."