Bijîşkên Sinornenas wê bi rêka saziyên Dihokê alîkariyê bighîne Rojava
- 15:16 3 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Bijîşkên Sinornenas yên Swîsreyê bi Rêveberiya Tendirûstiya Dihokê re li hevkirin ku dema bûyerek li Rojava rû bide wê bi rêka wan alîkariyê bigihînin Rojavayê Kurdistanê.
Îro Şandeya Bijîşkên Sinornenas yên Swîsreyê bi armanca alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin, gihiştin Dihokê û li gel Rêveberiya Tendirustiya Dihokê civiya.
Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Dihokê têkildarî serdana şandeyê daxuyaniyek da û ragihand şandeyê ji wan re gotiye ku ew bi armanca agahdarbûna rewşa kerta tendirustî ya Dihokê û amadekariyên wan bi taybetî piştî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê serdan pêkanîne.
Her wiha hat gotin ku yek ji armancên din ên serdana şandeyê jî ewe ku hemahengiyek di navbera Rêveberiya Tendirustiya Dihokê û tîmên Bijîşkên Sinornenas de çêbe, daku bikarin di dema her bûyerek ji nişkanve li Rojava rû bide de, alîkariyan bigihînin Rojavayê Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye piştî êrişa komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû, bi deh hezaran kes koçberî bajarên Rojavayê Kurdistanê bûn. Kesên koçberbûne pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî bi taybetî jî derman û pêwîstiyên tendirustiyê hene.







