45 ton derman şandin Rojava
- 16:22 4 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurd a Başûr û Kanal 8ê 45 ton derman ji Heyva Sor a Kurd a Rojava re şandin û ew radestî Desteya Tenduristî ya Kantona Cizîrê kirin.
Heyva Sor a Kurd a Rojava îro li Nexweşxaneya Dil û Çavan a bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Hevseroka Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa bi zaravayê Kurmancî daxuyanî da û Hevserok Hediye Ebdullah jî bi zimanê Erebî daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Heyva Sora Kurd a Başûr û Kanal 8ê 45 ton derman şandin ji Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo re û wiha hate gotin: “Heyva Sor hemû derman radestî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê kirin, ev derman dê li 6 nexweşxane û nêzî 20 klînîkên tenduristiyê bên belavkirin.”
Her wiha hat diyarkirin ku ji ber derfetan û nebûna rê ev derman derbasî bajarê Kobanê nabin, lê dê hewl bidin derbas bikin.







