Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin

  • 18:55 12 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxa Sêtiwanî ya Silêmaniyê, di Sîteya Gulî Şar de jineke 41 salî ya ji Rojhilatê Kurdistanê hate qetilkirin. Nasnameya jinê hîn nehatiye eşkere kirin.
 
Polîsên Silêmaniyê ragihandin ku wan cenazeyê jinekê ditiye ku 4 şopên guleyan li ser laşê wê hene. Hate zanîn ku jin çûye serdanekê û piştî dengê çekan cenazeyê wê hatiye dîtin; êrişkar jî ji cihê bûyerê reviyaye. Derbarê êrişkarê ku nasnameya wî nehatiye eşkerekirin de biryara girtinê hate derxistin.
 
Cenazeyê jinê rakirin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Silêmaniyê.