Çapemeniya cîhanê: Enqere di mijara pêşeroja Abdullah Ocalan de bêdeng e
- 12:45 20 Sibat 2026
- Rojane
ENQERE - Rapora dawî ya Komîsyona Meclisê di çapemeniya cîhanê de cih girt. Çapemeniya Alman, got ku Enqere di mijara pêşeroja Abdullah Ocalan de bêdeng e.
Komîsyona Meclisê ya bi boneya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, duh civîna xwe ya 21’an li dar xist. Di civînê de rapora hevpar a dawî bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Hûrgiliyên raporê, di çapemeniya cîhanê de jî cih girt. Di raporê de “mafê hêviyê” cih negirt û vê jî bala çapemeniya cîhanê kişand.
Reuters ku navenda wê Ingilistan e, The New Arab a navenda wê Ingilistan û weşanên xwe bi zimanên Erebî û Ingilîzî dike û The Straits Times a navenda wê Sîngapurê nûçe bi sernavê “Wekîlên Tirkiyeyê, piştgirî dan pêşnûmeya pêvajoya aştiya bi PKK’ê re pêşve dibe” weşandin.
Malperên Reuters û America Online (AOL) jî di nûçeyên xwe de got: “Li gorî çavkaniyên PKK’ê, erêkirina nexşerêya aştiyê ya ji hêla Tirkiyeyê ve girîng e.”
Ajansa nûçeyan a Nau.ch ku navenda wê Swîsre ye jî sernavê “Di raporê de ji bo pêvajya aştiyê ya bi PKK’ê re şertan pêşniyar dike” derxist pêş.
Ajansa Tageblatt a navenda wê Almanya jî naveroka raporê rexne kir. Di nûçeyê de got: “Enqere, hêviyên lihevkirineke bilez kêm dike û di mijara pêşeroja Ocalan de bêdeng e.”
Kanala nûçeyan a France24 ku navenda wê Fransa ye jî sernavê “Wekîlên Tirkiyeyê, piştgiriyê didin gavên ji bo ‘entegrasyona nû’ ya bi şervanên PKK’ê yên berê re” avêt. Di nûçeyê de bal kişandin ser cihnegirtina “mafê hêviyê” di raporê de û wiha hate gotin: “Raporê qet cih neda pêşeroja damezirînerê PKK’ê Abdullah Ocalan; Ocalan, ji sala 1999’an heta niha di hucreyeke li Girava Îmraliyê ya li nêzî Stenbolê bi tenê tê ragirtin de hewldanên xwe yên ji bo bidawîkirina pevçûnan didomîne.”
Her wiha Devdiscourse a navenda wê Hindistan, The Sun a navenda wê Ingilistan, Agence France-Presse (AFP) û Sunday News ên navendên wan Fransa, Associated Press (AP) û The Washington Post ên Amerîkayê, Digital Journal a Kanadayê, AGC News a Îtalyayê, NBC û gelek dezgehên din ên çapemeniyê cih dan rapora dawî.







