Jinên Botanê: Mifteya aştiyê di azadiya Abdullah Ocalan de ye
- 09:07 21 Sibat 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Jinan diyar kirin ku ew dixwazin Abdullah Ocalan ligel wan be û gotin: “Mifteya aştiyê jî ya azadiyê jî di destê Birêz Abdullah Ocalan de ye.”
Di 27’emîn salvgera komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye gelê Kurd li her derê daketin kolanan. Gelê Kurd 27 sale bê navber azadiya Abdullah Ocalan de israr dikin. Gel diyar dike ku heta azadiya Abdullah Ocalan pêk neyê aştî jî pêk nayê.
Jinên Cizîrê der barê azadiya Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn.
‘Mifteya aştiyê di destê Abdullah Ocalan de ye’
Asya Tay da zanîn ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan 27 sal berê bi komploya navneteweyî hatiye girtin û got: “Gelek ciwanên Kurd bedena xwe dan ber agir. Wek hemû cîhanê bila serokê me jî azad be. Azadî û aştî destê Birêz Ocalan de ye. Em dixwazin serokê xwe ligel xwe bibinînin. Em bang li hiqûqnasan dikin. Bila ji bo azadiya Abdullah Ocalan her tiştî bikin. Mifteya aştiyê destê Abdullah Ocalan de ye.”
‘Bila Tirkiye gavê bavêje’
Behiye Nayir jî daxuyakirin ku 27 sale Rêberê Gelê Kurd girtiye û got tu gel bê rêber nabe û wiha got: “Em aştî û azadiyê dixwazin. Em wekheviyê dixwazin. Bila dewlet ji bo azadiya Birêz Ocalan gavê bavêje. Tu fêdeya şer ji kesî re tuneye.Bila êdî aştî pêk bê.”
Sabriye Erdogan jî daxwaz kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan û wiha got: “Em azadiya serokê xwe dixwazin. Bila ziman û asnameya me jî wek hemû gelên cîhanê bê qebûlkirin.
Gulê Aşkin jî wiha got: “Bila serokê me aza be. Em azadiya serokê xwe dixwazin Gelek girtiyên me hene. Em dixwazin girtiyên me bên berdan. Bila êrîşên li ser Rojava bên rawestandin.”
Emîne Alkin jî wiha vegot: “ Rêberê me 27 sale giritye. Rêberê me aştiyê dixwaze û mafê mirovan diparêze. Em heta dawî ji bo azadiya serokê xwe têdikoşin. Em ê vê roja reş ronî bikin. Emê serokê xwe azad bikin.”







