Jinan li Amedê bang kirin: Kuştina jinan berpirsyariya tevahiya civakê ye
- 13:45 21 Sibat 2026
- Rojane
AMED - Jinan li Amedê li dijî komkujiya jinan daxuyaniya ku dan de destnîşan kirin k udi encama polîtîqayên desthilatdariyê de komkujiyên jinan zêde bûne û gotin kuştina jinan berpirsyariya tevahiya civakê ye.
DAKAP û Tora Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinê ya Amedê, têkildarî di 24 saetan de 6 jinên ku hatin qetilkirin de li ber Plazaya AZC’yê daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û gelek jinên ku beşdarî daxuyaniyê bûn, dirûşmeya “komkujiya jinan polîtîk e” hat berzkirin.
Di destpêkê de Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya axivî û destnîşan kir ku êrîşên li dijî jinan polîtîk e û got ku ji bo dawî li van komkujiyan bê divê desthilatdar zagonên xwe pêk bînin. Adalet Kaya, diyar kir ku heta komkûjiyên jinan bê sekinandin ew ê li ser piyan bin.
‘Polîtîqayên dijminatiya dij jinan hikûmetê afirandiye’
Piştre daxuyanî ji hêla Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Zeynep Sîpcîk ve hat xwendin. Zeynep Sîpcîk diyar kir ku li Tirkiyeyê, kuştinên jinan û mirinên gumanbar ên jinan êdî ne bûyerên yekane ne û veguheriye komkujiyek sîstematîk û got: “Daneyên ji sala 2025'an bi zelalî giraniya rewşê nîşan didin ku: Par, 294 jin bûn qurbaniyên kuştina jinan, û 297 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirin. Tenê di meha duyemîn a 2026'an de, tenê di 24 demjimêrên dawî de şeş jin hatin kuştin. Di bingeha van kuştinên jinan de, zihniyeta serdest a mêran û ji hêla polîtîkayên dijî jinan ên hikumetê ve hatî afirandin heye. Li şûna ku pêşî li tundûtûjiyê bigire, ev zîhniyeta baviksalar, jiyana jinan hedef digire, wê geş dike û rewa dike. Ji şeş jinên ku di 24 demjimêrên dawî de hatine kuştin, sê di pêvajoya berdanê de bûn û ji dewletê fermanên parastinê wergirtine. Sê yên din jî piştî berdana xwe qurbaniyên tundûtûjiyê bûn. Ev rewş, delîleke herî berbiçav e ku jinên li vî welatî her roj, her saet di bin tehdîda bê ewlehî û aşkere de têkoşîna jiyanê didin. Her wiha pêwîstiya jinan bi mafê dadwerîyê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê, bi taybetî bi kurdî, bigihêjin dadgehê. Nebûna azadiya derbirînê û piştgiriya wergerandina bi bandor bi zimanên xwe yên zikmakî dema ku jin tundûtûjiyê vedibêjin, parastinê digerin û beşdarî pêvajoyên dadwerî dibin, bi bandor mafê wan gihîştina edaletê ji holê radike. Astengiya ziman, bi taybetî ji bo jinên Kurd, dibe sedema nexuyabûna tundûtûjiyê û kûrbûna bêcezatiyê.”
‘Kuştina jinan berpirsyariya tevahiya civakê ye’
Zeynep Sîpcîk destnîşan kir ku ji aliyekî din ve propagandaya neyînî ya vê dawiyê ya li dijî mafên hevberdanê û nefeqa, ku bi gotara "sala malbatê" re tê, jinan hedef digire û zemînek ji bo rewakirina tundûtûjiyê diafirîne û wiha pê de çû, “Krîmînalîzekirina jinên ku dixwazin hevberdanêan nefeqa bistînin di raya giştî de paşxaneya civakî û siyasî ya zêdebûna kuştinên jinan hîn bêtir xirabtir dike. Mafên jinan ên hevberdanê, nefeqa û jiyanek azad nayên nîqaşkirin; her êrîşek li ser van mafan gefê li mafê jiyanê yê jinan dixwe. Divê neyê jibîrkirin ku pergala baviksalar hewl dide ku jinan di nav malbatê de di rewşek bindestiya mêran de sînordar bike, ku îradeya wan nayê hesibandin. Polîtîkayên bêcezatiyê û kêmkirina cezayên ji bo tevgera baş, li şûna ku sûcdarên kuştina jinan asteng bikin, wan teşwîq dikin û rê li ber kuştinên nû vedikin. Wek rêxistinên jinan, em parastina mafê jiyanê yê jinan wekî prensîba xwe ya bingehîn dibînin. Em ê têkoşîna xwe li kolanan, li dadgehan û li her qada jiyanê bidomînin heta ku tundûtûjî bi dawî bibe. Rawestandin li dijî kuştina jinan ne tenê berpirsiyariya jinan e, lê ya tevahiya civakê ye.”
Daxwazên jinan
Zeynep Sîpcîk di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmetê kirin ku berpirsiyariyê bigire ser xwe û gavên pêwîst bicîh bîne û ev xalan rêz kir:
“* Divê polîtîka werin pêşxistin da ku newekheviya zayendî, ku bingeha tundûtûjiya li dijî jinan e, ji holê rakin. Divê gavên berbiçav û mayînde di her qadê de, ji perwerdehiyê bigire heya polîtîkayên giştî, werin avêtin ku wekheviyê bidin pêş û hebûna jinan wekî takekesên azad û serbixwe garantî bikin.
* Divê rêziknameyên qanûnî yên ku jinan diparêzin bi lezgînî û bê tawîz werin bicîh kirin.
* Divê polîtîkayên Sala Malbatê û pakêtên reforma dadweriyê yên ku mafên me yên bi dest xistine hedef bigirin, divê Qanûna Hejmar 6284 bi bandor were bicîh kirin, û divê em tavilê vegerin Peymana Stenbolê. Li vir em careke din dubare dikin, em ê nehêlin ku mafê jiyanê yê jinan bibe kaxezek danûstandinê. Em ê bêdeng nemînin, em ê dev jê bernedin, em ê kesekî din winda nekin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.







