Pervin Buldan: Dê Abdullah Ocalan ji bo 8'ê Adarê peyamê bişîne

  • 14:58 6 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya 8’ê Adarê danezanek amade kiriye û dê ev di mitîngên 8’ê Adarê de bê xwendin. 
 
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, tev li bernameyeke taybet a JIN TV’yê bû. Pervîn Buldanê, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamekê bişîne. Pervîn Buldanê, got ku Abdullah Ocalan bi wesîleya 8’ê Adarê danezanek amade kiriye û ev danezana di asta nexşerêyê de di mitîngên 8’ê Adarê de bê xwendin. 
 
Pervîn Buldanê got: “Di 16’ê Sibatê de me bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Me xwest li nêrînên wî yên têkildarî 8’ê Adarê guhdarî bikin. Ji me re got ku di nava amadekariyeke dirêj de ye, danezanekê made dike ku di asta nexşerêyekê de ye. Got ku dê beriya 8’ê Adarê bigihînim ber destê we. Ev danezan dê di mitîngan de bê xwendin. Em dizanin ku xebatên girîng ên birêz Ocalan li ser meseleya jinê hene. Birêz Ocalan, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Bi vê danezanê dê peyamên girîng bên dayin.”