Cizîr wek bajarê jinan hat îlankirin
- 15:18 6 Adar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Cizîr wek bajarê jinan hat îlankirin û di deklarasyona hat ragihandin de wiha hat gotin: "Di çarçoveya xebata bajarên jinan de em ê li hemû gund û taxan lidarxistina civînan bidomînin û bila gel bibe kirdeya vê xebatê."
Deklarasyona "Ber bi Bajarên Jinan ve" li navçeya Cizîra Şirnexê hat eşkerekirin. Cizîr wek bajarê jinan hat îlankirin. Deklarasyon li Parka Birca Belek hat parvekirin û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn. Piştî axaftinan metna bi kurdî ji hêla Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç ve hat xwendin.
Di deklarasyonê de wiha hat gotin:
"Dema ku em daxuyaniya xwe ya bajarê jinan a Cizîrê radigihînin, em dizanin ku Cizîra Botan bi tenê navçeyek nîn e; em dizanin bajarekî ku li ser rêgehên herî kevnare yên niştecihbûnê yên li Mezopotamyayê hatiye avakirin, xaçerêyeke dîrokî ye, navendeke çandî ye, warê berxwedan û vejînê ye. Vê axê ji gelek avaniyên siyasî û şaristaniyan re malovanî kiriye, wek navenda rêvebirina herêma Botan bûye xwediyê giraniyeke siyasî; û wek paytexteke herêmî kar kiriye. Cizîr bi tenê ne navendeke rêveberiyê ye, di heman demê de warê zanist û hilberînê ye jî. Zanyarên mezin ên ku li vir jiyane bi xebatên xwe yên girîng rêya dîroka zanistê ya cîhanê ronî kirine. Ji ber vê yekê jî Cizîr ne bi tenê ji aliyê polîtîk ve, wek navendeke rewşenbîriyê jî cihê xwe di dîrokê de girtiye.
Yek ji berhemên herî girîng ên wêjeya Kurdî, destana Mem û Zînê jî li Cizîrê derketiye holê. Lehengên bi navê Zîn û Stî yên di destanê de têkoşîn û hevgirtina jinan a di çanda Cizîrê de dinimînin. Têkiliya di navbera Zîn û Stiyê de ji xwîşkîtiyê wêdetir, hevgirtineke xurt a giyanî ye. Zîn bi bextewariya Stiyê kêfxweş bûye, Stî bi xemgîniya Zînê xemgîn bûye. Ev giyanê hevgirtinê îro jî di awayê jiyanê yên jinên Botan de xwe nîşan dide. Êşa wan a zarok, xwîşk û bira û hevrêyan; xwezaya ku hatiye talankirin û polîtîkayên şerên taybet her çiqas bi awayekî ku reng guhertibin bidomin jî, jinên Botanê bi hişmendiya ku afirandine, hevgirtin û berxwedanê xurtir dikin.
Bajarê serhildanan e
Dîroka Cizîrê dîroka têkoşîna hebûna gelan e. Cizîra ku wek bajarekî Kurdan mora xwe li dîrokê daye, bajarê serhildanan e. Li dijî înkarkirina nasnameyê qedexekirina ziman û bişaftina çandê warê gelekî ku bîra xwe diparêze ye. Û hilgirê vê bîrê yên herî hêzdar jî jin in. Dîroka me ya nêzik jî têkoşîna berxwedan û hebûnê ya jinên Cizîrê nîşan dide.
Kujerên kastîk; ev bi sedsalan e bedena jinan wek qada desthilatdariyê û nasnameya jinan jî wek hêzeke ku divê bê çewisandin dîtiye. Di serdemên pevçûnan de koçberî, şîn û polîtîkayên înkarê de herî zêde jinan berdêlên giran dane. Lê jinên Cizîrî ne pejirandine ku wek mexdûr bên dîtin. Ew bûne kirdeyên berxwedan û têkoşîna rêxistinbûyî. Jin bi tenê ne li malê, li qadan, di serhildanan de, di rêxistinên civakî de bûne pêşeng. Jin, ji hebûneke biyolojîk wêdetir, bûne vîn û hêza diyarker a damezirîner a veguherîna civakê. Ji salên 1990’î û heta niha gelê Cizîrê rastî zilmê hatiye, bi darê zorê hatiye koçberkirin, rastî her cureyên cudakariyê hatiye, bi reşkujiyan re rû bi rû maye û vîna wî tune hatiye hesibandin. Ligel vê yekê jî, giyanê xwe yê berxwedêr parastiye, navê Bêrîvana ku yek ji sembolên berxwedana jinan e li Cizîrê li gelek zarokên keçîn hatiye danîn û nasnameya jinan a berxwedêr zindî hatiye hiştin.
Berxwedanên xwebirêvebirinê
Dîsa tiştên ku di serdema berxwedanên xwebirêvebirinê yên navbera 2011 û 2016’an de hatine jiyîn wek jêrzemînên hovîtiyê di dîrokê de cih girtine. Tunehesibandina hebûna jinan, li dîwarê malên ku hatine şewitandin û talankirin nivîsandina gotin û çêrên zayendparêz, teşhîrkirina bedena jinên ku hatine qetilkirin û pêşkêşkirina medyayê bi awayekî pir zelal nîşan didin ku hewl tê dayîn di ser jinan re vîna civakê bê şikênandin. Em dizanin ku; ‘gelek pirsgirêkên civakê hene. Lê xencera di pişta me de çikilandî, koletiya jinan e. Û heta ku hûn vê xencerê nekişînin, hûn nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.’ Ji ber vê yekê jî, heta ku jin azad nebin, civak azad nabe. Bêyî vîna jinan, bajarên demokratîk ne pêkan in. Îro divê em careke din vê bîrê bi nêrîna azadiya jinan şîrove bikin.
Wek Tevgera Jinên Azad û hêzên jinan ên bajêr, jiyana bajêr û mafên jinan wek qadên ku hêzê didin hev dibînin. Du çarçoveya paradîgmaya me ya demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinan de, ji parastina amûnên me yên jiyanê bigire heta azadiya raman, wijdan, bawerî, fikir û derbirînê, parastina ji her cureyê tundiyê jî tê de heta derbirandina maf û azadiyan bi perspektîfeke berfireh em Cizîrê wek bajarê jinan radigihînin. Li bajarên ku em wek bajarên jinan dadixuyînin perspektîfa azadîparêziya jinan û bûyîna kirdeya damezirîner a jinan, bipêşxistina hişmendiya rêveberiyên xwecihî ya demokratîk, xwezaparêz û komunal, sepandina nûnertiya wekhev û pergala hevşaredartiyê, jiyana bê tundî û bi rengekî civakî pêkanîna aştiyê, li dijî xizanî, newekheviyên çînî, talankirina xwezayê û qirkirina xwezayî bipêşxistina rêyên têkoşînê yên hevpar, bi civakê re parvekirina barê xwedîkirinê û bipêşxistina polîtîkayên civakî yên li gor zayenda civakî, xurtkirina aboriya xwecihî ya li ser bingeha hevgirtin û kedê, naskirina mafê bajêr ê pirzimanî, pirnasnameyî, pirbawerî û bîra xwecihî, ji bo jinên berasteng, koçber, penaber û ji temenên cuda bi awayekî wekhev pêşkêşkirina xizmetên bajêr, hesabdayîn, zelalî û avakirina pergala mekanîzmayên şopandinê rêgezên me yên bivênevê ne.
Peymana Stenbolê û qanûna 6284'an
Em ligel paradîgma û rêgezên xwe, xwe dispêrin rêgeza wekheviyê ya destûra bingehîn, CEDAW, Danezana Pekînê ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye weşandin û Platforma Pêkanînê, mîrateya Peymana Stenbolê ya normatîf, Zagona bi hejmara 6284, Peymana di Jiyanê de Wekheviya Jin û Mêran a Ewropayê û armancên Pêşketina Domdar a Neteweyên Yekbûyî û Rojeva Bajêr a Nû. Em li gor hukm û giyanê van metnan, wergirtina biryarên xwecihî wek berpirsiyariya xwe ya bingehîn dibînin.
Bajarên jinan ne biryareke teknîkî ye. Ji bo ku bajêr bi hiş, hest, wijdan, daneheva jinan bi awayekî ji bo jiyanê guncaw bibin, pêdiviyek e. Redkirina modela bajêr a ku ji aliyê hişmendiya mêrane ya serdest ve hatiye çêkirin e. Li dijî nêzikatiya ku jinan “cihê wan ê di nava malê de” pênase dike, derdikeve. Vîna ku qada giştî ji serdestiya mêr paqij dike ye. Li dijî her hişmendiya ku hebûna jinan tune dihesibîne bipêşxistina polîtîkayan û parastina têkoşîna jinan e. Ev hişmendî li dijî modela bajêr a serdest a mêrane ya modernîteya kapîtalîst perspektîfeke ji nû ve avakirina civakê ya ku azadiya jinan wek navend dipejirîne ye. Wek mîratgirên tebatî yên dîrokê na, biryardariya damezirînerbûna çalak e. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên ku berê hatine sepandin li ser bingeha wekhevî û azadiyê vîna çêkirina peymaneke civakî ya nû ye.
Cizîrê veguherînin bajarekî jinan
Ev daxuyanî ne navek e, xeteke têkoşînê ye. Banga veguherîneke civakî ye.
Di vê çarçoveyê de, wek Şaredariya Cizîrê, me got ku rêveberiyên xwecihî ji şaredariyan bi tenê pêk nayên, em bi hemû hêzên jinan re hatin gel hev, me nîqaşa ku em dikarin Cizîrê veguherînin bajarekî jinan ê çawa meşand. Wek Lijneya Amadehiyê ya Bajarê Jinan a Cizîrê, me li gelek gund û taxan serdanên malan û civanên jinan pêk anîn. Li jûrên pîşeyî, saziyên civakî yên sîvîl û partiyên siyasî bi jinan re nîqaş meşandin. Li gor daxwazên ku derketin holê, me Cizîr wek bajarê jinan daxuyand û nexşerêya xwe ya destpêkê diyar kir. Em her daxwaza ku jinan anîne ziman wek kevirê bingehê yê nexşerêya xwe dipejirînin. Ji bo ku em encamên şênber ên vê têkoşînê û destkeftiyên wê bişopînin, dê lijneyeke şopandinê bê pêkanîn û encamên salekê bi awayekî zelal bi raya giştî re bên parvekirin.
Xebatên qadê nîşan dan ku li gund û taxan di ava vexwarinê û paqijiyê de, di binesazî û veguhastinê de kêmasî û daxwazên girîng hene. Ev kêmasî pirsgirêkên bingehîn ên ku rasterast bandorê li jiyana jinan, têkiliya ku bi qada giştî re datînin û mafê wan ê kirdebûnê dikin, in. Paqijî, bidestxistina avê, pirsgirêkên binesazî û seresaziyê berpirsiyariyên şaredariyan ên bingehîn in. Ev ne qencî ne, mafên bingehîn ên bivênevê ne. Wek rêveberiyên xwecihî ji ber pirsgirêkên ku di vê qadê de tên jiyîn, em rexneyan li xwe digirin û em soz didin ji bo ku xizmet bên başkirin, em ê li gor pêwistiyê hewl bidin.
Em ê dîzayna bajêr a ku bi hişê mêrane hatiye sêwirandin û bi tenê qadên bikaranîna mêran li ber çavan hatine girtin û nahêle jin bi awayekî azad li bajar bigerin li gor mafê bikaranîna jinan, ji nû ve sererast bikin. Der barê pirsgirêka kursîavêtina ber qawexaneyan, peyarê û kuçeyan a ku wek pirsgirêkeke tevahiya Kurdsitanê tê pênasekirin, em ê xebatên şiyarkirinê bimeşînin, pirsgirêkên bingehîn ên ku mafên jinan ên bi awayekî azad gerîna li kuçeyan asteng dikin, çareser bikin.
Navendên şêwirmendiyê zêde bikin
Ji ber pêkutiya mêrane ya li hemberî jinan, jin nikarin fikr û ramanên xwe derbirînin. Ji bo ku em pêşiyê li vê yekê bigirin, em ê kargehên hişmendiya mêrane, wekheviya zayenda civakî, veguherandina mêraniyê û mafên jinan ên bajêr, li dar bixin. Em ê der barê tundiya ku xebatkarên saziyên fermî li dijî jinên ku bi ziman nizanin pêk tînin de xebatên şiyarkirinê bimeşînin.
Em ê bi bernameyên perwerdehiyê yên berfireh der barê Wekheviya Zayenda Civakî, hiqûq, aborî, xwezaparêzî û tenduristiya jinan de perwerdehiyan li dar bixin. Ji bo jinên ku bi xwendin û nivîsandinê nizanin, em ê kûrsên pirzimanî vekin.
Me li dijî gef û tundiya mêr, hevjîn û bav Navenda Şêwirmendiya Jinan a Bêrîvan Kutlu vekir. Em ê li navenda xwe ya ku her cureyê serlêdana tundiyê werdigire xizmetên piştgiriya hiqûqî û şêwirmendiya darayî pêşkêş bikin. Ji bo ku jin bikaribin ji hawirdora tundiyê derkevin, mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin û piştgiriya derûnî wergirin, em ê hejmara navendên xwe yên şêwirmendiyê zêde bikin.
Ji bo jinên ku nikarin sûdê ji xizmetên tenduristiyê wergirin, em ê navendên tenduristiyê vekin.
Bankayên tov ên xwecihî
Ji bo bipêşxistina behremendiya jinan a pîşeyî û zêdekirina îstîhdama jinan, em ê kûrsan vekin, projeyên ji bo îstîhdamkirina jinan amade bikin û navendên jiyanê ava bikin. Ji bo jinên ku hildiberînin û berhemên destkariyê çêdikin, em ê bazarê saz bikin, ji bo ku jinên gundan bikaribin berhemên xwe yên ku hildiberînin bigihînin bazarê piştgiriya veguhastinê bidin. Em ê piştgiriyê bidin avakirina kooperatîfên jinan û ji bo ku cih bibînin, em ê pişgiriyê bidin wan. Di çandiniyê de em ê bi nêrîna xwezaparêz qadên hilberînê amade bikin, baxçeyên bajaran çêbikin û xebatên ku pêşiyê li hilberîna çandiniyê vekin, bimeşînin. Em ê bi komunên ku piştgiriyê didin têkiliya jin û zarokan a bi axê û ruwekan re hem bi zarokan re hişmendiya xwezaparêziyê bi pêş bixin, hem jî daneheva jinan a dîrokî ragihînin nifşên nû. Ligel vê yekê, em ê bi pêşengiya jinan xebatên bîra tovên xwecihî bimeşînin û bankayên tov ên xwecihî ava bikin.
Em ê ji bo jinên ku ji qadên gundewar tên bajar an jî jinên ku ji ber sedemekê ji bo bicihanîna pêdiviyên xwe tên bajêr qadên bêhnvedanê ava bikin.
Em ê tehrîbata qeyûm a ku salên dirêj e didome û xebatên ku bi hişê mêrane yê ku li gel wê bi cih bûye di çarçoveya mafê bajar ê jinan de veguherînin.
Li dijî talan û qirkirina xwezayê, em ê li Cizîrê û derdora wê xebatên çandina daran bimeşînin.
Em ê der barê qirş û qal û paqijiyê de xebatên hişyarkirinê bimeşînin. Ger ku di vê mijarê de kêmasiyên xebatkarên şaredariyê hebin, em ê mekanîzmayên venêrînê yên pêwist saz bikin.
Em ê rêyên serlêdanê yên dîjîtal ên ku jin bikaribin der barê xizmetan de ramanên xwe ragihînin vekin.
Ewlehiya zarok û ciwanan
Ji bo ewlehiya zarok û ciwanan em ê li derdora park û dibistanan pergala bûtûnên lezgîn saz bikin. Ji bo ku ciwan bi çanda xwe mezin bibin, li dijî polîtîkayên bişaftinê û şerê taybet, em ê saziyên ku xizmetên çandî û zimanî pêşkêş bikin ava bikin, li taxan pêşdibistan û dibistanên ku perwerdehiya bi zimanê dayikê bidin, vekin. Em ê ji bo jinên ciwan kargehên STEM û dîjîtalbûnê li dar bixin. Em ê ji bo jinan û ciwanan eywanên xwendinê û pirtûkxaneyan ava bikin.
Di çarçoveya xebata bajarên jinan de em ê li hemû gund û taxan lidarxistina civînan bidomînin û bikin ku gel bibe kirdeya vê xebatê. Ji bo piştgirîdayîna aştiya civakî û bi zanîna ku jin pêkhateyeke bingehîn a vê pêvajoyê ne, em ê kursiyên serbest ên ku jin bikaribin li dorê bi jinan re bên gel hev û nîqaşan bimeşînin deynin.
Em ê di qada çand û hunerê de xebatan bimeşînin, festîvalên jinan li dar bixin. Bîrgehên ku bîra jinan zindî bihêlin ava bikin. Em ê li derketin û têketina bajar peykerên ku mijara wan jin bin bi cih bikin û reng û rûyê rêwarên bajar bi nêrîneke jinane veguherînin. Em ê navên jinên ku bûne sembol bidin kuçe û kolanan.
Wargehên werzîşê
Em ê di binê banê şaredariyê de mekanîzmayeke ku bi tenê jinên astengdar bikaribin serî lê bidin û wergêrên zimanê nîşandanê û dernûnnas tê de hebin saz bikin. Em ê nexşeyeke berfireh a astengdaran amade bikin û der barê pêdiviyên jinên astengdar û mafên wan ên bajêr de xebatan bimeşînin. Em ê piştgiriyê bidin perwerdehî, kûrs û kooperatîfên têkildarî jinên astengdar û ji bo îstîhdamê xebatan bimeşînin. Ji bo ku tundî û îstîsmara li hemberî jinên astengdar bê rawestandin, em ê li qadan têkildarî mafên jinan perwerdehiyan çêbikin.
Em ê kuçeyên tarî yên ku dikin jin xwe ji ewlehiyê bêpar hîs bikin, ronî bikin.
Em ê li dijî xeniqînên di çemê Dîcleyê de tedbîran wergirin, ji bo jin û zarokan birkan çêbikin û wargehên werzîşê yên jinan ava bikin.
Ev daxuyanî bi rêveberiyên xwecihî yên ji DEM Partiyê, rêxistinên jinan, sendîka, jûrên pîşeyî, rêxistinên xwezaparêzan û astengdaran û jinên taxan ragihandina bi hişê jinan, keda jinan, bîra jinan û israra jinan a aştiyê ji nû ve avakirina bajar e. Jin Jiyan Azadî."







