Li Qamişlo ji ber lehiyê zarokekê jiyana xwe ji dest da

  • 16:37 16 Adar 2026
  • Rojane
 
NAVENA NÛÇEYAN -Ji ber lehiya ku duh çêbûye zaroka yek salî Aya Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û bavê wê Ebd Îbrahîm jî birîndar bûye. Malbata zarokê ji Şehbayê koçî Qamişloyê kiriye.
 
Ji ber lehiya ku duh çêbûye li gundê Embara yê Qamişloyê malek ji ber lehiyê di saetên sibehê de hat xwarê û di encamê de zarokeka bi navê Aya Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û bavê wê Ebid Îbrahîm jî birîndar bû.
 
Li gorî agahiyên malbatê daye, ji ber barana zêde ji nişka ve xanî dikeve û di encamê de zarok jiyana xwe ji dest dide û bavê wê birîndar dibe.
 
Malbat ji bajarê Şedadê koçberî Qamişlo bûye û li wir dijî, xaniyê wan tune ye û niha li mala mirovên xwe dimînin.