Li Hezexê tevî baranê jî coşa Newrozê kêm nebû
- 10:56 25 Adar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexa Şirnexê, pîrozbahiyên Cejna Newrozê tevî barana zêde jî berdewam kirin û coşê tevahiya rojê dewam kir.
Li navçeya Hezexa Şirnexê, Cejna Newrozê bi dirûşmeyên "Azadî û Demokrasî" û "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" hate pîrozkirin, tevî barana zêde jî bi hezaran kes beşdar bûn. Pîrozbahî li Taxa Atakentê hate lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, her wiha gelek welatî bi cilên kurdî beşdar bûn. Welatiyan, tevî baranê jî di saetên serê sibê de ber bi qada pîrozbahiyê ya Cejna Newrozê ve çûn. Qad bi alên kesk û sor û zer hatibû xemilandin. Sepandina lêgerînek berfireh li ber deriyê qadê, ku di asta tacîzê de bû, bû sedema berteka welatiyan û bû sedema pirsa, "Ma em dikevin zindanê?" Welatiyên ku ketin qadê dirûşmeya "Bijî Rêber Apo" berz kirin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê û bi xwendina sirûda Ey Reqîb dest pê kir. Dirûşma "Bijî Serok Apo" pir caran hat berzkirin.
Di pîrozbahiyê de, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Cejna Newroza Amedê ji aliyê aktivista TJA'yê Eylul Îmuk ve hate xwendin. Li ser navê Komîteya Amadekar, Hevseroka Navçeya Hezexê ya DEM Partiyê, Songul Erdem Cejna Newrozê li girseyê pîroz kir û xwest ku Newroz bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
‘Em ji aştiya birûmet re amade ne’
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli destnîşan kir ku Newroza îsal ji ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfetên aştiyê ava kiriye pir bi wate ye û got: “Kurd her tim aştî xwestin. Bila êdî mirin çênebin. Azadî nêz e, em ê pev re vê yekê bijîn. Em li dilê Botanê Hezexê dibêjin em ji aştiya birûmet re amade ne. Werin em bi hev re dengê birêz Ocalan bi hev re bilind bikin. Ji mirinan re bes e. Bila êdî dayik negirîn. Ne dayika Kurdan ne jî dayika kesên din bila negirîng. Êdî bes e. Em azadî û aştî dixwazin. Em ji bo aştî û azadiyê amade ne. Birêz Ocalan ya ku ketiye ser milê xwe pêk anî. Niha jî dora gavavêtinên şênber a dewletê ye.”
Tevî barênê pîrozbahî dom kirin
Pîrozbahî bi stranên Hozan Servan û gerandina govendan geş bûn. Agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hate vêxistin. Li dora agir girseya kombûyî govend gerandin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz hatin berzkirin. Tevî barana ku dibarî jî pîrozbahî nesekinîn, gerandina govendan ranewestiya. Pîrozbahî strîna stranên Koma Hezex bi dawî bû.







