Ciwanên enternasyonalîst serdana Amarayê kirin

  • 20:09 26 Adar 2026
  • Rojane
RIHA – Ciwanên enternasyonalîst yên ji Ewropayê ku ji bo Cejna Newrozê hatin Amedê, serdana mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Amarayê kirin.
 
Ciwanên enternasyonalîst yên ji welatên cuda yên Ewropayê ku ji bo Cejna Newrozê hatin Amedê, serdana mala serdana mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Amarayê kirin.
 
Di serdanê de, ku Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî beşdar bû, ciwan ji aliyê birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, biraziyê wî Elî Ocalan û niştecihên Amarayê ve hatin pêşwazîkirin.
 
Di serdanê de, ciwanan ji Mehmet Ocalan li ser mijarên ku Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de li ser wan rawestiyaye, gelo ew pirtûkek nû amade dike, ev pirtûk dê kîjan mijaran bigire nav xwe û rewşa tenduristiya wî pirs kirin.
 
Piştî gerandina mala ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, ciwanên enternasyonalîst dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî"  berz kirin.
 
Piştî serdana Amarayê, ciwanan gera bajarê kevin ê Xelfetiyê jî kirin.