Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

  • 12:52 1 Nîsan 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta “Çareserî di rol û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye” derket. Di vê hejmarê de 4’ê Nîsanê, civaka demokratîk, berxwedana jinê, şer, koçberî, ekolojî û pirsgirêkên civakî yên li Ewropayê tên nirxandin.
 
Rojnameya Newaya Jin di meha Nîsanê ya sala 2005’an de dest bi weşanê kir. Bi hejmara xwe ya 253’yan re 20 sal li pey xwe hiştin. Hejmara Nîsanê ya rojnameyê bi manşeta “Çareserî di rol û statuya Abdullah Ocalan de ye” derket.
 
Di navenda hejmarê de; 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan, salvegera wefata dayika wî Uveyş Ocalan, banga duyemîn a li Îmraliyê hatî kirin û nîqaşên têkildarî pêvajoya avakirina civaka demokratîk hene.
 
Di rojnameyê de her wiha şerê li Rojhilata Navîn, pirsgirêkên civakî yên li Ewropayê, azadiya jinê, analîzên bi sernavên têkildarî ekolojî û koçberiyê hatin weşandin.
 
Civaka nû
 
Di rûpelê forum ê rojnameyê de nivîseke ji dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên 24’ê Îlona 1993’yan ku têkildarî “avakirina civaka nû” ye, heye.
 
Di rojnameyê de her wiha nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji PAJK’ê re nivîsandî, cih girt.
 
Nivîskar Raperîn Munzur hişyarî da ku eger zemînê muzakereya vekirî neyê avakirin, wê şer û bêçareserî kûr bibe.
 
Di rojnameyê de her wiha nivîsên Medya Doz û Haskar Kirmizigul ên têkildarî 4’ê Nîsanê, hene.
 
Fîlîz Zeyrek jî derbarê Dayika Uveyş nivîsand.
 
Hûn dikarin li ser “newayajin.net” xwe bigihînin rojnameya derbarê sernavên azadiya jinê, civaka demokratîk, aştî û berxwedana civakî de.