Jinên ciwan ji bo rojbûna Abdullah Ocalan dar çandin

  • 21:53 2 Nîsan 2026
  • Rojane
STENBOL- Li Stenbolê jinên ciwan ji boneya 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abbullah Ocalan 77 dar çandin.
 
Jinên ciwan di çarçoveya pîrozbahiyên 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li taxa Yeşîlkentê ya navçeya Avcilara Stenbolê 77 dar çandin. Jinan dirûşmeya “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin.
 
Piştî çandina daran Rûken Arvas axivî û got: “Rojbûna Rêbere Gelê Kurd ji bo me gelek girîng e. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna jinên ciwan e û azadiya jinan e. Em ji bo rojbûna Rêber Apo pîroz bikin daran diçînin.”
 
Ayşegul Sakalli jî diyar kir ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna jinan e û wiha axivî: “Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd e. Bijî Serok Apo, Jin Jiyan Azadî.”
 
Piştî axaftinan jinên ciwan govend gerandin û çalakî bi dawî bû.