Li Nisêbînê mayîn teqiya:Du zarok birîndar bûn
- 18:29 3 Nîsan 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li taxa Şabana ya girêdayê Nisêbînê, di encama teqîna mayînê de du zarok birîndar bûn.
Li taxa Şabana ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê mayîn teqiya. Di encama teqînê de zarokên birayên hev Ş.Y (15)û L.Y (13) birîndar bûn. Piştî teqînê ekîbên tendurisityê û cendermeyan sewqê cihê bûyerê hat kirin. Zarokên birîndar piştî mudaxaleya ewil rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbê. Hat hînbûn xetereya jiyana zarokan tuneye û rewşa wan baş e.







