Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan nameyek ji Abdullah Ocalan re şand
- 16:22 4 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Oalan a Başûrê Kurdistanê, bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nameyek vekirî ji Abdullah Ocalan re şandin.
Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Oalan a Başûrê Kurdistanê, bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nameyek vekirî ji Abdullah Ocalan re şandin.
Di nameyê de wiha hat gotin:
“Birêz Ocalan ji serhildana rahîbên Sumer û komkujiya Geliyê Zîlan, ji enfal û kîmyabaranê heta sêdareyên girtîgeha Evînê, ji şewitandina malbatên Şêx Meqsûd heta kuştina jinên Eşrefiyê, ev gel di berxwedan û berpirsyariya xwe ya neteweyî û nîştimanî de hertim berdewame.
Birêz Abdullah Ocalan em wek endamên Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan silavên xwe yên germ pêşkêşî we dikin. Silava demokrasî û azadiyê ji kurahiya dilê xwe, berpirsyartiya azadiya we wek erkê Xwe dibînin. Ji bo vê armancê em têdikoşîn, zext û hewldanên xwe bi ya gelê xwe re dikin yek. Azadî û tendirustiya we ya baş îro ji bo gelê me, gelên herêmê giring û binirxe. Bi taybetî ku îro we baweriya bi xwe û gelê xwe aştiyê gihandiye qonaxa herî bilind û erk û berpirsyartî hilgirtiye ser milên xwe.
Tiştê ku zelale, nêrîna me ya li ser vê erka mezin cihê gelek şirove û nirxandinane; ku bi zextên dewlet û faşîzmê yên di warê tecrîd û sînordarkirina liv û tevger û mafên te de, ji bo armanca pîroz a civaka demokratîk, jina azad û komara demokratîk, te dewlet di nava rewşa herî hesas de şiyar kiriye. Bi berpirsyarî û bi fedakarî te ji bo çareseriya hiqûqî û destûrî, ji bo bidawîkirina şer û berdewamiya aloziyên siyasî û civakî, ji bo vegera jiyanê li ser rêbaza mirovê azad, civaka demokratîk û komara demokratîk kar kiriye. Ev cewherê wan hestên we yê birêze ji bo guhertina zihniyeta faşîst, dewletparêz û olperest ber bi modeleke nû ya mirovbûn û jiyanbûnê; te tîrêjên rojê kiriye hêvênê demokrasî û hevre jiyanê.
Îro wek hebûneke bibandor, di hestê parastina maf, azadî û rêgirtina li ber bindestî û teslîmiyeta serdema zarokatiyê de, hejaneke avaker a xweza û siruşta mirovekî azad di guhê Kurd û gelên herêmê de da bihîstin. Hebûna we, şahdemarê îroyeke hestiyar û damezrînerê kelha berxwedanê ye, ji bona werçerxanek girîng, dîrokî û têkbirina hestên kujer.
Hebûna te sembola nûjenî û rizgariya civaka mirovahiyê ye; afirînerê civaka demokratîk, azadî û jiyanê ye. Jiyaneke ku dawiya çewsandinê û destpêkirina şoreşa azadiyê û avakirina kesayetiya xurt û bi bawere. Ev hebûna we sembola werçerxanek demokratîk ya jiyana hevbeş a gelane; rêyeke rast a bextewerî û berpirsyariya kes û civakê ye. Çareseriya ramana we her dem di nava geşbûn û ronahiyê de ye û wekî sîwanekê Kurdistana perçekirî gihandiye hev.
Îro pergala lîberalîzm û faşîzmê di nava şerê Kurdan de mane û tevahiya hizir û ramanên wan di nava paradîgmaya we de parçe parçe bûne; ji nêrîna şer de bêçare ne, komkujî û qirkirin hîn jî wan nagihîne kenarên aramiyê. Ev berxwedan, vîn û avaniya exlaqî, ji bo civaka Kurd û gelên herêmê hesteke nûjeniyê ye. Hêza berdewamî û xwe isbatkirinê ye di pirsên şoreş û têkoşîna hevpar de, ji bo têkbirina tarîtiya paşverû û neteweperestan. Êdî zarokên welatê me wekî sembola serkeftinê, Îmraliya îro û Amaraya duh bi girêdaneke dîrokî dibînin; maratona aporayên girseyî û gurkirina agirê Newroza Amed, Qendîl, Qamişlo, Sine û Silêmaniyê, giştgirî û berpirsyariya her kesî ye ji bo berê xwe dan bi paşerojeke geş a yekîtiya gel û berpirsyariya neteweyî.
Rojbûna te pîrozbe, bihar û Newroza gelê me pîrozbe. Azadiya we daxwaza me ye, gelê me li benda roja azadiyê ye.”







