Li Amedê mitînga 1’ê Gulanê: Em amade ne ji bo aştiyê kedê bidin

  • 13:14 1 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Kesên di mitînga 1’ê Gulanê ya li Amedê de axivîn, diyar kirin ku di ferqa berpirsyartiyên xwe yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne û gotin: “Em amade ne ji bo aştiyê kedê bidin.” 
 
Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi dirûşma “Ji bo civaka demoratîk em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin” mitîng li dar xist. Mitîng, li Qada Stasyonê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek kes tev li mitîngê bûn. Li qada mitîngê pankartên “Serkeftin a kedkarê berxwedêr e”, “Hêza me ji yekitiya me ye”, “Kar, ked, azadî”, Tenduristiya bêpere, perwerdeya bêpere”, “Rêxistiniya sendîkayî mafekî demokratîk e”, “Ked cilên ji agir e”, “Israra di sosyalîzmê de, israra di mirovbûnê de ye” û “Em ê pêşiya talanê bigirin û bajarên demokratîk ava bikin” hatin daliqandin. 
 
Rêxistinên kortej ava kirin, bi pankartên “Bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî em ê civaka demokratîk ava bikin”, “Ev pergal wiha na dome, em ê bi hev re biguherînin”, “Ruhê şoreşger ê 1’ê Gulanê rêya me ronî dike”, “Keda jinê bi sosyalîzma demokratîk azad dibe” dest bi meşê kir. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Kar, aştî, nan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Maf, hiqûq, edalet”, “Jin, jiyan, azadî”, “Em karker in, mafdar in, em ê bi ser kevin”, “Bijî berxwedana kedkaran” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
  
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezootamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK Basin-Îş jî tev li kortejê bû. Di meşê de pankarta “Bi çapemeniya azad civaka demokratîk” hate hilgirtin. Her wiha dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate berzkirin. 
  
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de “Çerxa Şoreşê” dihat xwendin ku polîsan dengê muzîkê vekir. Gel ji vê hewldanê aciz bû û bertek nîşan da. Girseyê bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Şehîd namirin” bertek nîşan da. 
 
Li ser navê Komîteya Amadekar Anahtar Kaya axivî û got ku ew li dijî bêqedirkirina kedê, erzan dîtina jiyanan gotina xwe mezin dikin. Anahtar Kayayê bi domdarî got: “Ji bo civaka demokratîk, em bi kedê ber bi azadiyê ve diçin. Dema vê gotinê dikin, em îradeya xwe ya guherandina vê pergalê nîşan didin. Civaka demokratîk, li febrîqeyan, şaredariyan, li nav zeviyan, li înşaetan û li her dera ked lê heye tê avakirin. Ji ber ku demokrasî li cihê herî zêde ked lê tê dayin watedar dibe. Têkoşîna demokrasî û kedê ji hev cuda nînin. Daxwaza jiyaneke mirovane û civaka demokratîk ji heman kokê tê.” 
 
Di berdewamê de Anahtar Kayayê îşaret bi banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û ev tişt anî ziman: “Perspektîfa çareseriya demokratîk a birêz Abdullah Ocalan, bingeha azadbûna kedê ye. Ji ber ku li cihê aştî lê heye çavkanî ne ji bo şer lê ji bo gel tên xerckirin. Ne zext lê rêxistinî mezin dibe. Ne xizanî lê debar zêde dibe. Em ê bi hev re aştî û civaka demokratîk ava bikin. Civakeke kedxwarî tê de tune û gel wekhev û azad tê de dijîn pêkan e. Ên ku dê wê ava bikin jî em kedkar in. Bi ked, berxwedan û piştevaniyê em ber bi azadiyê ve dimeşin. Bijî 1’ê Gulanê.” 
  
Karkera Şaredariya Bajarê Nû Muzeyyen Sevîm jî di serî de kesên di 1’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha domand: “Em ji bo dengê kedkaran bilind bikin li vir in. Mafên me tên dizîn, ekolojî tê talankirin. Em dibêjin êdî bes e. Yekitiya karkeran hêza me ye, azadiya gel e. Em ji bo jiyaneke nû amade ne. Em ji bo aştiyeke birûmet amade ne. Em ê dîrokê bi kedê ava bikin.” Muzeyyen Sevîmê anî ziman ku Abdullah Ocalan paradîgmaya xwe diyarî gelan kiriye û wiha pê de çû: “Em berpirsyartiya karkeran dizanin û dê bicih bînin. Ji bo ev manîfesto bikeve meriyetê divê her kes xwedî lê derkeve. Em ê ji bo civaka komunal a demokratîk li ber xwe bidin.” 
  
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Erdal Karakuş jî got: “1’ê Gulanê roja paşvestandina her tiştên ji me hatine dizîn e. Em li dijî van heqên me yên hatine xwarin îro li vir in. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek berê ji bo aştî û civaka demokratîk banga muzakerayan kiribû. Lê heta niha jî dewlet û îktîdarê gavekî jidil neavêtiye. Ji bo aştiyê divê em berpirsyartiyê li xwe bigirin. Em alîgirên aştiyê ne. Em amade ne ji bo aştiyê kedê bidin.” 
 
Piştre, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got: "Ew nekarîn vê kêliya bêdengiyê tehemûl bikin. Ma karker, kedkar, gelê Kurd dê têkoşîna xwe biterikînin? Ma em ê şehîdên xwe ji bîr bikin? Em ê ji bîr nekin. Ji bo kesên ku nikarin tehemûl bikin ku em kesên ku me di vê pêvajoya ku em li ser aştî û civaka demokratîk diaxivin de winda kirine bi bîr bînin, tenê tiştek heye ku em ji wan re bêjin: We gelê Kurd krîmînalîze kiriye; hûn sûcdar in. Keda gelê Kurd nikare we aciz bike. Dibe ku hûn pê nehesin, lê hûn jî karker in, hûn jî di nav wan kesên ku di vê çerxa îstismarkirinê de têdikoşin de ne."
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û wiha axivî: "Girêdana pêvajoya aştî û civaka demokratîk di çarçoveyek qanûnî de ne tenê meseleyek e ku bi gelê Kurd ve girêdayî ye. Gelo wêranî û şerê ku li ser gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin tenê bandorê li me dike? Em êdî ne hewceyê siyasetmedarên ku li ser bihayê gule û bombeyan dipirsin, lê belê hewceyê siyasetmedarên ku difikirin ka aştî û hiqûq çawa divê bin. Em dizanin ku ev pêvajo bêyî karker, jin û ciwanan nayê temamkirin. Armanca herî mezin a dewlet û hikûmetan ew e ku bi dabeşkirinê hikum bikin. Pêvajoya civaka demokratîk dibêje: ne dema parçekirinê ye, lê dema komunalîzmê ye, dema nîqaşkirina jiyana xwe ye û ji bo jiyana xwe nexşerêyek ava dikin."
 
Piştî axaftinan mîtîng bi stranên Koma Çiya û Koma Kemençê berdewam kir. Girse govend gerand û dirûşmên xwe berz kirin.