Şervana YPJ’ê: Em ê hebûna xwe biparêzin

  • 15:25 25 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervana Yekîneyên Parastina Jin Berxwedan Qamişlo diyar kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin û hebûna xwe biparêzin.
 
Mala Jinan a Hesekê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) semînerek bi rêxistin kir. Semîner li navenda Mala Jinan a Hesekê hat organîzekirin û endamên Mala Jinan, endamên Kongreya Star û endamên jin ên saziyên sivîl beşdarî semînerê bûn.
 
Semînerê bi rêzgirtine dest pê kir û piştre şervana YPJ`ê Berxwedan Qamişlo axivî. Berxwedan Qamişlo di destpêka axaftina xwe de got hikumeta demkî ya Sûriyeyê heyanî niha qebûl nake ku jin cihê xwe di artêşê de bigirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "YPJ 13 salan li hemû eniyan tê koşî. Gelek bedelên mezin dan, ji bo parastina herêmê û pêkhateyên wê bi hezaran şervanên YPJ`ê birîndar û şehîd bûn. Kesek nikare fedakarî û têkoşîna YPJ`ê înkar bike."
 
Berxwedan Qamişlo got hikumeta demkî qebûl dike ku jin tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û polîsên leşkerî bibin lê belê ew qebûl nake ku hêzeke jinan a leşkerî û serbixwe wekî YPJ’ê hebe. YPJ dê di hemû şert û mercan de hebûna xwe biparêze.
 
Piştî axaftina Berxwedan Qamişlo beşdarên semînerê nêrînên xwe parve kirin û nêzîkatiyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo YPJ`ê anî ziman.